Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Kurd û dostên wan ên li Hannoverê, ji bo azadiya Ocalan meşiyan.
Kurd û dostên wan ên li Hannoverê, ji bo azadiya Ocalan meşiyan.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî hat lidarxistin, li qada stasyonê dest pê kir.
Di çalakiyê de li ser navê Partiya Çep ya Elmanyayê Dîeter Dehm axivî û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK û destpêkirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kir.
Di çalakiyê de jinan û endamên Ciwanên Azad dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin û meş li pêşiya avahiya NAV-DEM’ê bi dawî bû.
Ji bo Ocalan wê li Braunschweîgê meş bê lidarxistin.