Kurdên li Tambovê berxwedana Kobanê silav kirin

Kurdên li Tambovê berxwedana Kobanê silav kirin

Kurdistaniyên li Tambovê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar bikin li hev civiyan. Di civînê de Şemal Şemoyan da diyarkirin ku neyarên gelê Kurd ji her demê zêdetir îro dixwazin Kurdan tune bikin.

Kurdistaniyên li bajarê Federasyona Rûsyayê Tambovê dijîn ji bo êrîşên komên hov DAIŞ ên li ser kantona Kobanê û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar bikin îro danê sibê di saet 11:00’an de li avahiya Kampanya Dîcle li hev civîyan.  Civîn ji bo Kurdistaniyên di êrîşên komên çete DAIŞ û cangoriyên Kurdistanê bi yek deqeyê rêzgirtinê  destpê kir.

Di civîna ku gelek Kurdistanî amade bûn  endamê Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) Cemal Şemoyan axaftinek kir. Şemoyan di axaftina xwe de da diyarkirin bi destê DAIŞ Komploya 9’ê Cotmehê berdewam dike û got: “Komploya Navneteweyî ya sala 1998’an îro bi hemû girîngiya xwe ve berdewam dike.  Bi komployê  Rêberê Serokê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan dîl girtin û gotin em ê di kesayeta Ocalan de Kurdan tune bikin lê ev xwestek û hêviyên wan ji hêla Serokê neteweyî vala hat derxistin. Ji ber vê yekê bi avakirina çeteyên hov û li dijî mirovahiyê DAIŞ’ê li Kurdistanê dixwazin Kurdan qetil bikin û talan bikin.  Ev plan ji hêla Rêberê me ve hat dîtin û deşîfrekirin. Îro gelê Bakurê Kurdistanê û bi taybet berxwedana Kobanê nahêlin ku hêzên komploger bigihêjin armanca xwe.”

Di berdewama axaftina xwe de Şemoyan got ku gelê Kurd bi yekbûnê dikare pêşengiyê ji Rojhilata Navîn re bike û got: “Eger hemû partiyên me yên siyasî bibin yek û yekîtiya neteweyî ava bikin bawer dikim ku wê gelê Kurd ji hemû Rojhilata Navîn re pêşengiyê bike. Îro li hemû deverên Kurd lê dijîn ji bo pişgiriyê bidin berxwedana Kobanê û komploya navnetewî şermezar bikin li qadan e. Em jî wek Kurdên li Sovyeta berê dijîn erîşên komên çete DAIŞ û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi tundî şermezar dikin û lanet dikin.”

Piştî axaftina Şemoyan nûnerên rêxistinên Kurd, rewşenbîr,  zanyarên û Kurdistaniyên beşdarî civînê bûn jî nerînên xwe anîn ziman. Di hemû nerînan de berxwedana YPG û YPJ a Kobanê hat silavkirin û DAIŞ jî bi tundî hat lanetkirin.