'Kurdên li Sûriyeyê wê teqez bibin xwedî statu'

Nivîskar Mûstafa Pekoz diyar kir, gefa Enqereyê ya ji bo destwerdana li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têk çûye û got, Kurd wê li Sûriyeyê teqez bibin xwedî statuyeke destûra bingehînî.

Pisporê Rojhilata Navîn nivîskar Mûstafa Pekoz, rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn, israra Enqereyê ya di 'herêma ewle' de û gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Pekoz anî ziman, pêşniyara Enqereyê ya ji bo 'herêma ewle' xwe dispêre du nuqteyên bingehîn û got, "Ya yekemîn; dixwaze serweriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk kêm bike û herêma ewlekariya leşkerî bixe bin kontrola xwe. Bi vî rengî dixwaze serweriya leşkerî ya QSD'ê û modela rêxistinbûna civakî-polîtîk a heyî ya li herêmê tasfiye bike. Ya duyemîn jî dixwaze ji bo 'çareserkiria pirsgirêka Sûriyeyiyan' weke amûrekê bi kar bîne ku veguheriye meseleyeke cidî ya polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyê û dengê desthilatdariya AKP'ê kêm dike."

Pekoz anî ziman ku ji bo plana Enqereyê pêk were divê kûrahiya herêmê 30 kîlometre be, heta ku ev pêk neyê nikare dawî li serweriya leşkerî û polîtîk a QSD'ê bîne û bi bîr xist ku QSD destnîşan dike ku ew dikarin hêzên xwe bi 5 kîlometreyan ji sînor vekişînin, lê ev jî bi hin şertên weke vekişîna ji Efrînê dibe.

Pekoz destnîşan kir ku helwesta QSD'ê gelekî girîng e û got, "Divê beriya her tiştî mirov bala xwe bidin ser nêzîkatiya DYE'yê ku bi çi rengî li QSD'ê dinere. Tevî hemû israrên Tirkiyeyê jî Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey got, 'Hevdîtinên me didomin. Em hewl didin hevsengiyekê di navbera fikaran de biafirînin. Li aliyekî hevparê me yê girîng ê herêmî, li aliyê din jî mutefîkê me yê NATO'yê heye'. Dema ku mirov vê nirxandinê ji aliyê polîtîk-dîplomatîk ve şîrove bikin, hingî wê eşkere bibe ku DYE Enqere û Qamişloyê di heman astê de girîng dibîne."

Pekoz diyar kir, di rewşa heyî de ya ku tê qebûlkirin ew e, ku hêza li 'herêma ewle' bê bicihkirin wê ne ji QSD'ê ne jî ji Tirkiyeyê be, wê hêzeke navneteweyî be, lewma ev yek nîşan dide ku pêşniyara Tirkiyeyê nehatiye qebûlkirin.

Pekoz got, "Çi bi 5 kîlometreyan be, çi jî bi 20 kîlometreyan be 'herêma tampon' a ku yekîneyên Tirk di nav de nîne, lê hêzên koalîsyonê yên navneteweyî lê ne, wê QSD'ê ji aliyê leşkerî ve biparêze."

'DYE TI GAVA KU QSD NEPEJIRÎNE WÊ NEAVÊJE'

Der barê avakirina 'Navenda Tevgerê ya Hevpar a li Tirkiyeyê' jî Pekoz got, "Bi dîtina min DYE der barê van hevdîtinan de QSD'ê bi rêk û pêk agahdar dike. DYE wê ti gava ku QSD nepejirîne neavêje. Her wiha eger di dema bê de QSD tevlî 'Navenda Tevgerê ya Hevpar' bê kirin wê ev yek ne surprîz be."

Pekoz ragihand, eger DYE û Tirkiye di mijara avakirina korîdora ewlekariyê de hemfikir in, hingî wê Cerablûs, El Bab, Efrîn û Îdlib heta bi Derya Spî wê herêm di vê çarçoveyê de be û got, "Pirsgirêkên ku bi vê korîdorê re bi Rûsyayê re biafirîne mijareke din a nîqaşê ye. Eger mirov bi rengekî eşkere bêjin, ji bilî avakirina navendeke tevgerê biryareke berbiçav nehatiye wergirtin. Bi gotineke din, gefên Enqereyê yên ji bo operasyonek li dijî rojhilatê Firatê têk çûne."

'KURD WÊ TEQEZ BIBIN XWEDÎ STATUYEKÊ'

Nivîskar Pekoz diyar kir, armanc û hewldanên dewleta Tirk ew e ku Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statuyeke 'federasyon' an jî 'xweser' û got, "Lê belê rastiya polîtîk a li Sûriyeyê nîşan dide ku Kurd di nava herêma xweser de wê xwedî statuyeke mayinde bin. Êdî rastiyeke misoger e ku Kurd wê di nava destûra bingehîn a Sûriyeyê de ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê amadekirin wê xwedî statuyekê bin. Nepêkane ku Enqere vê guhertinê asteng bike."

Pekoz destnîşan kir, têkiliyên herêmî yên Kurdan ji rewşa tê dîtin bêhtir bi xurtî zêde dibe û got, "Sîstema herêma xweser a ku di çarçoveya yekparebûna xaka Sûriyeyê de ji aliyê QSD'ê ve hatiye afirandin, ji DYE, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, welatên Kendavê, dinya Ereb, Îsraîl, her wiha ji Rûsya û Îranê jî piştgiriyê werdigire. Lewma di piştperdeya têkiliyên bi herêmên global û herêmî re nîşan dide ku piştevaniyeke xurt a Kurdan heye."