Kurdên li Rûsyayê ji bo Efrînê li qadan e
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê didomînin.
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê didomînin.
Li bajarên Saînt Petersbûrg, Ekaterînbûrg û navçeya Novîaleksandrovskî ya bajarê Satavrapokê yên Federasyona Rûsyayê, çalakî hatin lidarxistin û dewleta Tirk a dagirker hate şermerzarkirin.
NOVÎALEKSANDROVSKÎ
Li navçeya Novîaleksandrovskî ya bajarê Satavrapokê, li ber Navenda Çanda Kurd çalakiyek hate lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Novîaleksadnrovskî Nazê Bazûyeva li vir axivî û got, "Dewleta Tirk bêyî bêje ev jin e, zarok e, her kesî dikuje. Heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Neteweyên Yekbûyî û organîzasyonên din ên navneteweyî bi bêdengiya xwe bûne hevparê van komkujiyan."
Bazûyeva xwest, ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, hewldan bên kirin.
EKANTERÎNBÛRG
Kurdistaniyên li bajarê Ekaterînbûrgê dijîn, bi civînekê êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin. Civîn li salona civînê ya Trans Otelê pêk hat û tevî nûnerên saziyên Kurdan gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Di civînê de ku ji aliyê Komîteya Kurdên Êzidî yên li Ekaterînbûrgê ve hate organîzekirin Xidirê Rizo axivî û got, "Dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin xwedî statu. Lewma êrîşî Efrînê dike û dixwaze îradeya Kurdan bişikîne. Îro li çar aliyên cîhanê Kurd ji bo Efrînê rabûne ser piyan. Xwedîderketina gel a li Efrînê wê dawî li desthilatdariya Erdogan bîne. Eger Rûsya naxwaze di şerê Sûriyeyê de bibe aliyê têkçûyî, divê xwe ji Tirkiyeyê vegire û ji bo rawestandina van êrîşan bikeve nava hewldanan."
SAÎNT PETERSBÛRG
Li bajarê Saînt Petersbûrgê, ciwanên Rûs mîtîngek li dar xistin û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
Ciwanên ku li meydana Lenîn li hev civiyan, alên YPG û YPJ'ê hildan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de belavokên li ser komkujiya ku dewleta Tirk li sivîlan dike hatin belavkirin. Ciwanên Rûs di dawiya çalakiya xwe de bang li dewleta Rûsyayê kirin ku şer bisekinîne.