Kurdên li Rûsyayê biryara DYA'yê protesto kirin

Kurdên li herêmên Sîbîrya û Saratovê yên Rûsyayê, biryara DYA'yê ya li dijî sê rêveberên PKK'ê şermezar kirin û gotin, wê têkoşîna azadiyê xurtir bikin.

Kurdên li bajarê Çelyabînsk a herêma Sîbîryayê li hev civiyan û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan şermezar kirin.

Kurdên li Çelyabînskê daxuyaniyek bi vê armancê dan çapemeniyê û gotin, ev biryar dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, gelê Kurd wê ji niha û pê ve jî bi têkoşîna xwe bi ser bikeve û li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bike.

Ji nûnerên Kurdên li Çelyabînskê Sêvdîn Davoyî û Lena Tîtal jî axivîn û diyar kirin ku ev biryar bê qîmet e.

SARATOV

Çalakiyeke din a ji bo şermezarkirina biryara DYA'yê, li navçeya Yerşov a herêma Saratovê pêk hat.

Kurdên li Yerşovê mîtîngek li dar xistin û diyar kirin ku biryara DYA'yê tê wateya piştgiriya ji bo dewleta Tirk. 

Qisekeran gotin, mîna li her devera cîhanê çalakî tên lidarxistin, ew ê jî li Rûsyayê li ber vê biryarê rabin û li dijî wê têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kurdên li Saratovê her tim bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bûn û wê ji niha û pê ve jî bi xurtî pê re bin."