Kurdên li Polonyayê Ocalan silav kirin
Kurdên li Polonyayê Ocalan silav kirin
Kurdên li Polonyayê Ocalan silav kirin
Li paytextê Polonya Warşowayê Newroz hate pîroz kirin. Şahiya ku Kurdan pêkanî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 21’ê Adarê bicoş silav kirin.
Şeva din di şeva Newrozê ya li salona balo ya hotelekê hate li darxistin, di serî de li bajarên Warşowa û Lodz yên Polonyayê li deverên cûda nêzî 300 kes tevlîbûn. Jin bi cilên xwe yên netewî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Programa Newrozê bi agirê li baxçeyê hotelê hatî pêxistin destpê kir. Salon bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kurdistan û Kongra-Gel xemilandin. Pîrozbahiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda Ey Reqîb destpê kir, peyama Ocalan ya 21’ê Adarê hate xwendin. Peyam ji aliyê Kurdên di salonê bi slogana “Bijî Serok Apo” û çepikan hate pêşwazîkirin.
Bi stranên Hozan Dîno girseyê govend girêda û şahî bi govendê bidawî bû.