Kurdên li Moskowayê bi daxuyaniyekê tevlî pêngavê bûn

Kurdên li Moskowayê bi daxuyaniyekê beşdarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' û xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.

Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê li hev kom bûn û têkildarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Refîqê Kamil bi navê Meclîsa Kurd a Moskowayê û Eka Qulîxan jî bi navê organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê axivîn.

Kamil diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya konseptekê de ye û ev tecrîd li dijî gelê Kurd bi temamî ye.

Kamil bi bîr xist, ku dewleta Tirk êrişê dibe ser her parçeyên Kurdistanê, lê mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve.

Kamil bal kişand ser planên dewleta Tirk ên êrişa li ser Şengalê û destnîşan kir, ku êrişên dewleta Tirk çawa ku li Heftanînê têk çûn, wê li Şengalê jî têk biçin û planên dagirkeriyê wê bi ser nekevin

Refîqê Kamil pêngava ku KCK'ê di 12'ê Îlonê de bi navê 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' bi bîr xist û destnîşan kir ku ew bi navê organîzasyonên Kurd ên li Moskowayê bi xurtî tevlî vê pêngavê dibin. Kamil bang li Kurdên li tevahiya Rûsyayê û cîhanê jî kir ku tevlî pêngavê bibin.

Eka Qulîxan jî anî ziman ku jinên Kurd ên li Rûsyayê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekirine û heta Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Qulîxan diyar kir, tecrîda ku dewleta Tirk ferz dike wê bi ser nekeve û gelê Kurd heta azadiyê wê li ber xwe bide.