BI DÎMEN

'Kurdên li Ewropayê wê dengê NA bidin'

Parlamenterê NRW ê partiya SPD'ê Felîx Von Grunberg got, "Hilbijêrên Kurd ên li vê derê wê biçin ser sindoqan û dengê NA bidin. Kurd li Tirkiyeyê hêza herî bi bandor a mûxalîf e."

Parlamenterê eyaleta NRW a Elmanyayê yê ji partiya Sosyal Demokrat (SPD) Felîx Von Grunberg ji ANF'ê re axivî û diyar kir, dostaniya wî ya bi Kurdan re beriya niha bi 40 salan dest pê kiriye. Von Grunberg anî ziman, wan gelek tiştên bedew bi hev re parve kirine û got, "Mînak; me li vê derê yekem car Enstîtuya Zimanê Kurd ava kir. Di serdemekê de ku axaftina bi Kurdî qedexe bû, vê enstîtuyê li ser gramera Kurdî lêkolînên girîng kir."

Von Grunberg bibîr xist, li Elmanyayê nifûseke mezin a Kurdan heye û ragihand, weke siyasetmedarekî 44 salan, ji bo peydakirina çareseriyê ji pirsgirêkên Kurdan û hemû koçberan re ew çûye gel Kurdan û bi saya vê yekê Kurd baştir nas kiriye û dostanî bi wan re daniye.

'TEVÎ QIRKIRINA FÎZÎKÎ, QIRKIRINA ÇANDÎ JÎ LI SER KURDAN TÊ FERZKIRIN'

Von Grunberg anî ziman, li hemû parçeyên Kurd lê dijîn şîdet zêde bûye û wiha dewam kir: "Ev rewş jî rê li ber encamên tevlîhev vedike. Pêwîste rêyên çareseriyê ji pirsgirêkeke ewçend berfireh re hebin. Dema mirov li rewşa gelemperiya Tirkiyeyê dinêrin, rewşeke neyînî dibînin. Li Tirkiyeyê şerekî navxweyî heye. Erdogan bombeyan li gelê xwe dibarîne. Ne tenê bombe dike û dikuje, bi çêkirina santralên hîdroelektrîk li herêmên Kurdan, van deveran di binê avê de dihêle. Ez Dersîmê baş nas dikim. Mesela, bi bendavan re hewl tê dayîn Dersîm di binê avê de were hiştin. Bi rengekî vekirî, ne tenê qirkirina fîzîkî, her wiha qirkirineke çandî jî li ser gelekî tê ferzkirin, ku têkliya bi axa xwe re bê qutkirin. Di vir de helwesteke vekirî ya dijminane heye."

'KURD HER TIM LI QADAN E, EV GELEKÎ GIRÎNG E'

Von Grunberg bibîr xist, ku li Tirkiykeyê niha pêvajoya referandûmê ya 16'ê Nîsanê heye û ev nirxandin kir: "Bi qasî ku dibînim, Kurd ji her alî ve amade ye û dikeve nava vê pêvajoyê. Tevî vê yekê çalakiyên protestoyî jî lidar dixin. Dadikevin qadan û bi dengekî bilind daxwazên xwe nîşan didin. Bi dîtina min ev gelekî girîng e. Pêwîste çalakiyên protestoyî xurt bin ku pêşî li dîktatoriyê were girtin. Hatina dîktatoriyê tê wê wateyê ku hilweşîna li Kurdistanê qat bi qat zêde bibe. Pêwîste teqez pêşî li vê were girtin. Hilbijêrên Kurd ên li vê derê dijîn wê teqez biçin ser sindoqan û dengê NA bidin. Kurd hêza herî bi bandor a mûxalefeta li Tirkiyeyê ye. Ji be vê potansiyela girîng a mûxalîf, HDP'yî hatin girtin."

'POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ YA TÊKILDARÎ KURDAN, LI HEMÛ PARÇEYAN LI DIJÎ DESTKETIYÊN KURDAN E'

Parlamenter Von Grunberg polîtîkayên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li Rojhilata Navîn bi taybetî li Sûriyeyê rexne kir û destnîşan kir, ev polîtîka li ser bingeha afirandina dijminan tê meşandin.

Von Grunberg got, "Li wê derê, li şûna şer li dijî DAIŞ'ê bike, bi salan xwedî kir û destek dayê. Polîtîkaya wî li ser dijminatiya li Kurdan tê meşandin. Ji bo pêşî li rêvebirina xwe bi xwe ya Kurdên li Sûriyeyê bigire, çi ji destê wî tê dike." 

Von Grunberg diyar kir, Erdogan li Sûriyeyê dixwaze bi hêzên global û Esad re tevbigere û bi vî rengî Kurdan bixe nava rewşeke gelekî tirsnak û bang li Ewropayê kir, ku dest li van hewldanên Tirkiyeyê werde.

Felîx Von Grunberg anî ziman, Erdogan bi kiryarên xwe re, her wiha bi pêkanînên xwe yên li Sûiryeyê re tevlî gelek sûcan bûye û kiryarê hilweşandina mezin a li Bakurê Kurdistanê ye.

Von Grunberg destnîşan kir, rêveberiya Tirkiyeyê li ser esasê dijminatiya li Kurdan a li hemû parçeyan tevdigere û got, "Heta jê tê dixwaze li vê herêmê hilweşandinê mezin bike û pêşî li Kurdan bigire. Êrîşî gund û bajarên Kurdan ên li nava sînorên xwe dike û xera dike."

Von Grunberg di dawiya axaftina xwe de ragihand, ku ew dest ji polîtîkaya aktîf berdide, lê belê di bin Sîwana Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de bixebite û dixwaze li ser vê bingehê ji bo penaberên li Başûrê Kurdistanê li Kurdistanê jî bixebite.

Von Grunberg got, ew dixwaze dostaniya xwe ya bi Kurdan re xurtir bike.