Kurdên li Ermenîstanê: Rejîma AKP-MHP’ê wê bi HDP’ê re raweste

Kurdistaniyên li Ermenîstanê bang li hemû Kurdan kir ku ji bo 24’ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê.

Kurdistaniyên li Ermenîstanê têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê ‘Komîteya Kurdistan’ ve hate dayîn û li ser navê komîteyê Parlamenterê Parlamentoya Ermenîstanê Kinyazê Hamîd axivî û wiha got; “Divê gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê. Ji bo dawî li rejîma AKP-MHP’ê were, hilbijartin pêngaveke girîng e.”

‘DIVÊ GELÊ KURD ÎRADEYA XWE NÎŞAN BIDE’

Hamîd got ‘Divê gelê Kurd carek din nîşan bide nayê kirin û bi gef û şîdetê jî serî natewîne. Hilbijartin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pêngaveke gelek girîng e. Pêwîst e gelê Kurd îradeya xwe nîşan bibe.”

Seroka Komîteya Kurdistan Jenya Qadir jî got bûyerên li çar parçeyên Kurdistanê çêdibin bi baldarî dişopînin.

Nûnerê Komîteya Piştevaniya ji bo Şengalê Silo Dirboyan jî axivî û got, divê gelê Kurdistanê cûdahî nexe nava dîn, netewan û piştgiriyê bidin HDP’ê.

Şêx Tahir jî got Bakurê Kurdistanê welatê wan ê bingehîn e û bûyerên li wir çêdibin bandora xwe li Kurdistaniyên li Ermenîstanê dike û banga piştgiridayîna HDP’ê kir