Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Kurdên li Ermenistanê: Em gelê Rêberê xwe ne, ew xeta me ya sor e

Kurdên li Ermenistanê bi daxuyaniyekê bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku heta hevdîtin bi Ocalan re neyê kirin wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Kurdên li herêma Elegezê ya Ermenistanê, têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li gorî dema herêmê saet di 13:00 de li ser rêya navneteweyî ya li navenda Elegezê hate dayin.

Di daxuyaniyê de îdîayên vê dema dawiyê yên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bibîrxistin û hate gotin, "Em gelê Rêberê xwe ne. Rêbertî ji bo me xeta sor e. Bila kes sebra me neceribîne... Divê tavilê parêzer û malbat karibin bi Rêbertî re hevdîtinê bikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û civakî, her wiha bang li CPT dikin ku bi erka xwe rabin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta rewşa Ocalan zelal nebe wê çalakiyên xwe dewam bike.

Ji bo meş û mîtînga 19'ê Adarê ya li navenda paytext Erîvanê jî banga tevlîbûnê hate kirin.