Kurdên li Elmanyayê tevî dostên xwe daketin qadan

Kurdistaniyên ku nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan, li gelek deveran daketin qadan.

Kurdistanî li gelek bajarên Elmanyayê daketin qadan û gefên dewleta Tirk şermezar kirin.

MUNSTER: Kurdistanî tevî dostên xwe nîvê şevê li hev kom bûn û gefên êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de ku 150 kes tevlî bûn ala YPG'ê hate hildan. Aktîvîstên Elman jî tevlî çalakiyê bûn.

MANNHEÎM: Li Mannheîmê jî çalakiyeke bi heman rengî hebû. Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û dirûşmên "Bijî Rojava", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.

DÛÎSBÛRG: Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk ji Rojava bicehime" hildan û bi axaftinên bi Elmanî û Tirkî plana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Rojava teşhîr kirin. Qisekeran gotin, "Plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk bi destûra DYE'yê kete dewrê. Lewma DYE, Neteweyên Yekbûyî û hikumeta Tirk ji vê yekê berpirsyar in, hevparê sûcê qirkirinê yê li dijî Kurdane. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn.

GÎESSEN: Di çalakiyê de Kurdistaniyên li herêma Gîessenê û dostên wan amade bûn. Nûnerên Partiya Çep, Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê, Înternatîonal Bundnîs, gelê Çerkes li qada çalakiyê axivîn. Qisekeran destnîşan kirin ku hewldanek ji bo dagirkirina Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê wê neyê qebûlkirin. Her wiha bang li Emerîka û Koalîsyona Navneteweyî jî kirin ku ji biryara xwe ya vekişandina hêzên xwe vegerin û hate gotin, "Em ê bi ser bikevin."

KOLN: Hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk bi çalakiyeke bi beşdariya gelek hunermend û rêxistinên Elman hate şermezarkirin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya piştevaniya navneteweyî û bi bîr xistin ku di sala 2015'an de bi piştevaniya navneteweyî DAÎŞ li Kobanê hate têkbirin.

ESSEN: Di çalakiyê de ku êvarê pêk hat Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Yilmaz Gultekîn axivî. Gultekîn polîtîkaya durû ya Emerîka û Yekîtiya Ewropayê rexne kir.

SAARBRUCKEN: Kurdistaniyên ku li pêşiya Europa Galerî li hev kom bûn çalakiyek kirin. Piştî axaftinan girseya gel li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiya. Li pêşiya şaredariya bajêr jî mîtîngek hate kirin.

HAMBÛRG: Çalakî li pêşiya Rote Flora pêk hat ku navenda komên çep û otonom ên li Hambûrgê ye. Girseya gel piştre meşiya. Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe, xaka kesî dagir nekiriye û bêdengiya Elmanyayê û dewletên Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê şermezar kir.

HANNOVER: Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û destnîşan kirin, ku çi dibe bila bibe wê heta dawiyê Rojava biparêzin.

BREMEN: Çalakiya li Bremenê bi beşdariya nûnerên saziyên demokratîk, partiyên siyasî, parlamenterê partiya çep ê Bremenê Cîndî Tûncel û akademîsyen Çetîn Gurer pêk hat. Di mîtîngê de her wiha girseyeke qelebalix hebû. Qisekeran diyar kirin, ku dewleta Tirk bi êrîş û dagirkirina li dijî Rojava dixwaze destketiyên gelê Kurd hemûyan ji holê rake. Her wiha hate destnîşankirin ku berxwedana gelê Kurd a li dijî faşîzmê wê bi biryardarî bidome.