Kurdên li Elmanyayê careke din dadikevin qadan

Kurdên li Elmanyayê careke din dadikevin qadan

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li bajarên Berlîn, Koln û Wiesbadenê yên Elmanyayê hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. Dê roja sibê li bajarên Berlîn, Frankfurt û Kolnê meşên girseyî bêne lidarxistin. Serokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç banga tevlîbûnê li hemû Kurdan kir.

Di çarçoveya çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, hatine destpêkirin de, gelek çalakiyên cûda têne lidarixstin.  Di hevdîtin û çalakiyên ku tên pêkanîn de banga bihîstyariyê li raya giştî, dewleta Elman û Yekitiya Ewropayê tê kirin ku li hemberî Kobanê bê deng nemînin.

WIESBADEN: Greva birçîbûnê ya ku li bajarê Wiesbadenê hatibû destpêkirin, kete roja pêncemîn. Li gel greva birçîbûnê her roj mitîng têne lidarxistin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li dijî Kobanê têne şermezarkirin.  Îro jî bi beşdariya 500 kesî mitîngek hate lidarxistin. Li ser navê çalakgeran Edîp Kaya axaftinek kir û bang li Ewropa û hemû raya giştî ya Ewropayê kir ku li hemberî Kobanê bê deng nemîne. Kaya, bang li her kesî kir ku tevlî mitînga girseyî ku dê roja şemiyê li Frankfurtê bê lidarxistin bibe.

Li ser navê partiya SPD’ê, Parlementerê Parlementoya Eyaleta Hessenê Enrst Ewal Roth tevlî mitîngê bû û diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên Kurdan.  Her wiha, di mîtîngê de li ser navê AGÎF û komîteya amadekar jî axaftin hatin kirin.

KOLN: Greva birçîbûnê ya li Kolnê jî di roja çaremîn de berdewam dike. Endamên TÎKB, Partîzan, Federasyona Gelên Demokratîk a Ewropayê û xwendevanên Kovara Kaldiraçê jî dest bi grevê kirin. Dê îro jî danê êvarê li navenda bajarê Kolnê meşeke girseyî pêk bê.

BERLÎN: Çalakiya greva birçîbûnê ya li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, li qada Brandenburg Torê ya li paytexta Elmanya Berlînê, di 30'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di roja çaremîn de berdewam dike. Çalakgeran ji hukûmeta Berlînê, Yekitiya Ewropa û hemû raya giştî ya cîhanê xwest ku alîkariyê bide berxwedana Kobanê û bê deng nemîne. Çalakiya Kurdan dê ji vê saetê û şûnde li qada “Potsdamer Platz”ê berdewam bike. Kurdistaniyên li Berlînê, û li bakûr û rojhilatê Berlînê dijîn hatin serdana çalakiyê.  Tevî rêxistin û saziyên siyasî yên Kurdan partiyên çep jî tên serdana çalakiyê.  Roja pênçşemê, çalakger heta ber qesra serokkomariyê meşiyan û bêdengiya hukûmetê protest kiribûn.

HAGEN:  Bi sedan kesên ku roja pênçşemê li bajarê Hagen ê Elmanyayê li hev kom bûn, ji îstasyona trenê ya navendê  heta navenda bajêr meşek li dar xistin. Kurdan di çalakiyê de pankartên ku wehşeta çeteyên DAIŞ’ê şermezar dikin, hilgirtin.

ESSEN: Li ser banga Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Essenê, îro li bajarê Bochum ê Elmanyayê meşek li dar xistin. Meşa bi beşdariya nêzî 2 hezar kesê, dê saet 17.00 de bi da. DÎDF û BÎR KAR jî piştgirî dan meşa jinên Kurd.

GAVA KOMKUJÎ ÇÊBÛ HÛN Ê MUDAXELE BIKIN?

Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiyên din ên li seranserê Elmanyayê vê hefteyê hatin lidarxistin û bi bîr xist ku hefteyek e gelê me hewl dide ku bala raya giştî ya welêt bikişîne ser Kobanê.  Koç diyar kir ku hevdîtinên wan pêk anîne erênî derbas bûne û got: “Hemû sazî, kesayet û parlementerên me hevdîtin pêre pêk anîne ji me re gotine ku ew ê tişta ji destê wan tên bikin.”  

Koç da zanîn ku derdorên ku biryarê didin, jî li hemberî êrîşan bê deng dimînin û got: “Di serî de Elmanya, Ewropa  û DYA, ev welat hemû bê deng in. Ev eyba demokrasiyê ye. Hûn niha mudaxele nekin hûn dê kengî bikin? Dema komkujî çêbûn hûn dê mudaxele bikin."

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Yuksel Koç bang li rêxistinên Elewî, Ermenî, Asurî-Suryanî, çep û demokratan kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyên wan û got ku divê piştigiriyê bidin Kurdan. Koç got: “Ger dê tiştekî bikin bila îro bikin. Divê her kesê ku dibêje ez mirov im ji bo Kobanê derbikeve qadan.”

Koç bang li her kesî kir ku bi awayeke girseyî tevlî çalakiya ku dê roja şemiyê li bajarên Berlîn û Frankfurtê bên lidarxistin bibin.

BAJARÊN ELMANYA YÊN KU DÊ ÇALAKÎ LÊ PÊK BÊN

Berlin:

Cih : Postdamer Platz

Saet:14.00

Bajarên ku dê tevil bibin: Berlin, Magdaburg, Halle, Kiel, Neumunster, Hamburg, Bremen, Oldanburg, Lohne, Hannover, Sazgiter, Hildesheim, Peine, Kassel, Erfurt.

Koln:

Cih: Ebertplatz

Saet:14:00

Bajarên ku dê tevil bibin: Dortmund, Hagen, Essen, Duisburg, Düsseldorf, Leverkusen, Duren, Köln, Aachen, Bonn.

Frankfurt:

Cih: Îstasyona Trenê ya Navendî

Saet:15:00

Bajarên ku dê tevil bibin: Sarburken, Gissen, Darmsatd, Mannheim, Nürnberg, Franfurt, Hanau, Rüselsheim, Aschaffenburg.