Kurdên li Berlîn balafirgeha Tegel dagir kirin
Kurdên li Berlîn balafirgeha Tegel dagir kirin
Kurdên li Berlîn balafirgeha Tegel dagir kirin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê, Komeke Kurd li paytexta Berlîn a Elmanya balafirgeha navneteweyî Tegel a herî mezin a Berlînê dagir kirin.
Kurdên li avahiya balafirgehê çalakiya rûniştinê pêk anîn xwestin hêzên navneteweyî li hember çeteyên DAIŞ hê bandortir êrîşên hewayî pêk bînin. Çalakiya ku nêzî nîv saetê dewam kir piştî mudaxeleya polîsan bi dawî bû.
Di wê navberê de girseyeke qerebalix li Qada Brandenburg Tor kom bûn. Hejmara çalakvanan saet ber bi 01.00’ê ku bû du qat, ji hikûmeta Berlîn tê xwestin ku bilez bikeve nav tevgerê.
.