Kurdên li Almanyayê xwe ji bo Newroza Bonnê amade dikin

Kurdên li Almanyayê xwe ji bo Newroza Bonnê amade dikin

Kurdistaniyên li Almanyayê dijîn û dostên wan xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê roja şemiyê li bajarê Bonnê pêk bê amade dikin. Meş û mitînga ji bo Newrozê dê bi sernavê “Em têkoşîna şehîdên Parîsê bi agirê Newrozê xurt bikin” pêk bê. YEK-KOM’ê ragihand ku hemû amadekariyên Newrozê bi dawî bûne û banga “Bi cil û berg, û rengên neteweyî ve tevil bibin” kir.

Bajarê Bonnê ku demek dirêj paytextiya Almanyayê kir, dê 23’yê adarê roja şemiyê malovaniyê ji bo pevgihîneke dîrokî ji Newrozê re bike.  Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) ji bo wê amadekariyeke xurt dike.  Newroza îsal dê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitşî” û “Bi cil û berg, û rengên neteweyî ve tevil bibin” dê pêk bê.

Beriya mitînga ku xwedî bernameyek dewlemend a mûzîkê ye, Kurd û dostên wan dê ji du aliyan ve meşek li dar bixin. Kurdistaniyên ji Eyaleta Ren Vestfalyaya Bakûr (NRW), Hamburg, Hannover, Sachsen, Kiel, Bremen, Oldenburg, Kassel, Salzgittlerê tên dê di korteja sor de bimeşin. Kurdistaniyên ji Munih, Nurnberg, Freiburg, Ulm, Stuttgart, Mannheim, Frankfurt, Darmstadt, Bodensee, Heilbronn, Saarbrücken û Gissenê jî tên dê li ser korteja kesk bimeşin.

JI YEK-KOM’Ê HIŞYARIYÊN DAWÎ!

Her wiha hat xwestin ku kesên bi wesayîtan biçin tevlî korteja kesk û yên ku bi trenan jî bên tevlî korteja sor bibin. Meş saet di 11.00 de dê dest pê bike. YEK-KOM’ê xwest ku tiştên sotîner, birrek û madeyên xeter bi xwe re neynin pîrozbahiyê û banga : “Em ji hemû beşdaran dixwazin ku li hemberî hemû cure provakasyonên ku ji derve pêk bên tenê di çarçoveya agahiyên ku dê peywirdar bidin de tevbigerin” kir.

Her wiha, tê payin ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim tevlî mitîngê bibin û axaft bikin.  Di mitîngê de bernameyeke dewlemend a mûzîkê jî heye. Dê Hozan Seyidxan, Mehmet Atli, Bang, Diyar, Ayşe Şewaqî, Koma Siyabend, Hozan Niyazi, koma mûzîkê ya Baskê Fermin Muguruza tevil bibin.

KOÇ: EM Ê LI GORÎ RUHÊ NEWROZÊ TEVIL BIBIN

Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç ku agahî da ANF’ê diyar kir ku ew li bendê ne ku bi dehhezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bibin û agahî da ku wana hemû amadekariyên burokratîk û teknîkî bi dawî kirine.  Koç diyar kir ku parkkirina wesayitên taybet li qad û derdora qada mitîngê hatiye qedexekirin û ji Kurdistaniyan xwest ku bi otobusan biçin mitînga li Bonnê. Koç ev bang kir:

"Divê em Newrozê li gorî ruhê wê di nava aşitiyê de pîroz bikin. Divê her kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî ve beşdarî Newrozê bibe û bi awayeke herî xurt coşa xwe nîşan bide. Newroza îsal di pêvajoyeke dîrokî de tê pîrozkirin. Kurd li Kurdistan û cîhanê vê Newrozê bi biheybetiyeke xurt pîroz dikin. Bi milyonan daxwaza “Ji Serok Apo re Azadî, ji gelê Kurd re statu” dikin û bi vî awayî nîşan didin ku ew li pişt projeya ku ji aliyê rêberê gelê Kurd ve hatiye destpêkirin in. "

Serokê YEK-KOM’ê Koç bi bîr xist ku zêdetirê milyonek Kurd li Almanyayê dijîn û ew jî dixwazin weke komên din ên penaberan bibin xwedî heman mafan û got: "Em ê di Newroza îsal de daxwazên ji Birêz Ocalan re azadî û ji Kurdan re statu bi dengeke xurttir biqîrin. Kurdên li Almanyayê dê careke din di Newroza Bonnê de nîşan bidin ku ew êdî naxwazin bi qedexe, krîmînalîze û tunebûnê re bijîn, ew êdî dixwazin bi nasnameya xwe re bijîn.”