Kurdên li Almanyayê dijîn di salvegera komkujiyên Mereş û Roboskiyê de gelek çalakiyan li dar dixin. Di meşên girseyî yên li Berlîn, Koln û Frankfurtê de jî de dewleta Tirk dê were protestokirin.
Yekitiya Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) dawiya vê hefteyê ji ber salvegerên komkujiyên Mereş û Roboskiyê dê xwepêşandanên protesto û çalakiyên biranînê li dar dixe. YEK-KOM ji bo çalakiyan vê bangê kir:
"Ne tenê gelê Kurd, herwiha kesên ku ji xwe re dibêje 'ez demokrat û pêşverû me" jî divê di van çalakiyan de werin cem hev. Bila herkes tevli çalakiyên ku bi navê 'Ji Mereşê heya Roboskiyê bila dawî li komkujiyan were' tên li dar xistin, bibe. Herwiha ji bo piştgiriya van çalakiyan em bang li rayegiştî ya Almanya û saziyên sivîl û demokratîk jî dikin.
Li gorî bajaran bernameya çalakiyan bi vî rengî ye:
BERLÎN: Îro dê li ber sefareta Tirkiyeyê destegulekî reş were dayin. Di seat 18.00'an de jî li Kreuzberg Museumê panel tê lidarxistin. Roja şemiyê seat 13.30'an meşek ji Hermanplazê dest pê bike.
FRANKFURT: Bi tevlîbûna ji bajarên derdor dê roja şemiyê seat 14.00'an meşek tê lidarxistin. Mêş dê seat 14.00'an ji ber avahiya operaya kevin dest pê bike û li ber konsolosa Tirk dawî lê were.
STUTTGART: Bi tevlîbûna ji bajarên derdor roja şemiyê seat 14'an meşek tê organîze kirin. Meş dê ji îstasyona trênê ya navendî dest pê bike.
ULM: Roja yekşemê bi tevlîbûna rojnameger-nivîskar Veysel Sarisozen panel were li dar xistin.
PFORZHEIM: Roja yekşemê bi tevlîbûna rojnameger-nivîskar Gunay Aslan panel tê lidarxistin.
NÜRNBERG: Roja yekşemê lokala komeleya nû têvekirin. Piştre jî dê li ser Mereş û Roboskiyê panel were li dar xistin.
KOLN: Roja şemiyê seat 14.00 li ber dêra Domê mitingekî protestoyî tê lidarxistin. Yekşemê jî li komeleyê panelek heye.
MUNSTER: Roja şemiyê meşek tê lidarxistin. Meş seat 13.00'an ji ber îstasyona navendî ya Munsterê dest pê dike.
ESSEN: Roja yekşemê seat 14 li komelê panelek tê lidarxistin.
MONCHENGLADBACH: Roja yekşemê seat 14 li komelê panelek tê lidarxistin.
KASSEL: Roja yekşemê seat 14 li komelê panelek tê lidarxistin.