Kurdê ku ji aliyê SAVAK’ê ve hat girtin, agahî jê nayê girtin
Kurdê ku ji aliyê SAVAK’ê ve hat girtin, agahî jê nayê girtin
Kurdê ku ji aliyê SAVAK’ê ve hat girtin, agahî jê nayê girtin
Kurdê ku du hefte berê ji aliyê Teşkîlata Îstixbarata Îranê SAVAK'ê ve hate binçavkirin tu agahî jê nayê girtin.
Li gorî nûçeya di malpera Kurdistanmedia de derbaz dibe li Rojhilatê Kurdistanê kurdê bi navê Hîwa Sadiq yê 27 salî ku welatiyê Mêrîwanê ye du hefte ber ji aliyê SAVAK’ê ve hate binçav kirin û jê tu agahî nayê girtin.
Malbata Hîwa diyar kir ku tu agahiyek ji bo wan ne hatiye dayîn û du hefteye tiştek nizanin. Li gorî agahiyên herêmî Hîwa bi îdiaya ku alîkarî daye partiyên siyasî hatiye binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin di du hefteyên dawî de hêzên Îranê li deverên cuda yên Rojahilatê Kurdistanê 21 kes bi sedemên cuda girtine.