Kurdan û Kanadayiyan tecrîd şermezar kirin

Li paytexta Kanada Ottawayê, tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin. Çalakgeran dosya dan rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û ji wan xwestin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteka ji bo grevên birçîbûnê li paytexta Ottawayê çalakiyek li dar xistin. Bi sedan Kurdistanî tevlî dostên xwe tevlî çalakiya li ber avahiya parlamentê bûn. Girseya gel posterên Ocalan, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê, alên YPG, YPJ û KCK'ê hildan.

Parlamenterê Partiya Mûxafazakar a Kanadayê Tom Kmîec jî beşdarî çalakiyê bû û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û zexta dewletê ya li Tirkiyeyê. Kmîec got, "Zext li rojnamevanan tê kirin, pasaportên mirovan tên desteserkirin û tên girtn."

DOSYA RADESTÎ RAYEDARÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HATE KIRIN

Çalakger piştre ber bi Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan û dosyayek radestî rayedaran kirin. Çalakgeran diyar kirin, rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê li asta krîtîk e û bang li rayedarên NY'ê kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.