Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi xwepêşandanek li navenda bajêr re, êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
ANF
STOCKHOLM
în, 5 reşemiyê 2016, 07:18
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi xwepêşandanek li navenda bajêr re, êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Kurdistaniyan bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta AKP'ê jî bi girtina devê xwe bi bantê protesto kirin.
Kurdistaniyan li pêşiya firoşgeha H&M a li kolana Drottnîngatan a li Stockholmê bi bantkirina devê xwe re xwepêşandanek lidar xistin. Kurdistaniyan pankartên bi nivîsa "Kujerê zarokan Erdogan" û "Dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê bisekinîne" vekirin û alên PKK, KCK, YPG hildan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Kurdistaniyan wêneyên komkujiyên AKP li sivîlan dike vekirin û belavokên Navenda Civaka Demokratîk a Swêdê yên li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê li welatiyan belav kirin.
Çalakgeran, ji bo xwepeşandana protestoyî ya 6'ê Sibatê roja Şemiyê li meydana Sergel a Stockholmê saet di 12:00 de tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.