Kurdan li Brukselê balafirgeh dagir kirin
Kurdan li Brukselê balafirgeh dagir kirin
Kurdan li Brukselê balafirgeh dagir kirin
Nêzî 100 Kurdistanî li Bruksela paytexta Belçîkayê balafirgeha navneteweyî ya Brukselê dagir kirin. Çalakgerên bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Girseya ku gelek alên Kurdistanî hilgirtine, çeteyên DAIŞ’ê şermezar dikin û dirûşimên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re diqîrin.
Girseya gel bang li raya giştî ya navneteweyî dike ku mudaxeleyê çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwazin komkujî pêk bînin, bike.
Çalakî bi dirûşiman didome.