Kurdan li Afrîkaya Başûr DAIŞ şermezar kirin

Kurdan li Afrîkaya Başûr DAIŞ şermezar kirin

Li bajarê Cape Town ê Başûrê Afrîkayê danê sibehê di pêşengiya Kurdish Human Rights Action Group (Koma Çalakiyê ya Mafê Mirovan a Kurd) û Civaka Kurd de Kurdên hatin gel hev, êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ ên li Rojava û Kobanê pêk tên şermezar kirin.

 Di xwepêşandana li navenda bajêr a li pêşiya katedrela St George’s Desmond Tutu jî ji bo piştgiriya bi Kurdan re demekê li cem  Kurdan ma.

Di xwepêşandana ku çapemeniya herêmî jî eleqe nîşan da, terora çeteyên DAIŞ hat şermezarkirin. Her wiha welatiyên Afrîkaya Başûr jî tevlî girseya li ber katedralê bûn û dirûşmayên li hemberî terora DAIŞ hatin gotin.