Kurd û dostên wan li Ewropayê li ser piyan e
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa dijin, protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê dewam dikin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa dijin, protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê dewam dikin.
Kurdistanî û dostên wan ên li gelek navendên Ewropa daketin qadan, peyama heta êrîş rawestin wê bê navber li qadan çalakiyên xwe bidomînin.
WÛPPERTAL
Li bajarê Wûpertal ê Ewropayê bi tevlîbûna gelek kesan êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê hatin protestokirin. Di çalakiyê de dirûşa ‘Em hemû Efrînîne” û dowîzên “Her cih Efrîn e, her cih berxwedane” bilnd kirin.
STÛTGART
Li bajarê Stûtgart ê Elmanyayê jî çalakiya hate lidarxistin. Çalakiya ku li Shossplatzê hate kirin gelek kes tevlî bû.
AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Markplatzê hatin ba hev, wêneyên welatiyên sivîl ên hatibûn qetilkirin hildan. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedan Efrînê”, “Kujerê pitikan Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hate qîrkirin.
KOLN
Li Kolnê çalakiyeke mirovên rawestiyayî hate lidarxistin. Çalakiya ji Bahnhofvorplatzê destpê kir ji aliyê Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan a Viyan ve hate organîzekirin. Di dawiya çalakiyê de ji bo mîtînga ku wê li pêşiya avahiya parlementoya Dusseldorfê ku sibe bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.
HAMBÛRG
Li pêşiya Sefaretxaneya Rûs a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakiya ku nêzî 100 kes tevlî bû, nûnerê PYD’ê Miqdat Efrîn axivî û bêdengiya dewleta Rûsya ya li hemberî êrîşa artêşa Tirk a li ser Efrînê şermezar kir.
Girseya gel pankarta “Ji dagirkirina Efrînê re na” vekirin û dirûşmên “Terorîst Erdogan” û “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” qîr kirin.
MANNHEÎM
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê çalakiyeke rawestîna mirovan lidar xistin, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê protestokirin. Di çalakiyê de belavoka li ser navê YJK-E hatibû amadekirin hate xwendin.
SAARBRUCEKN
Bi tevlîbûna gelek kesan li bajarê Sarbrucken ê Elmanyayê jî bi çalakiyekê êrîşên dagirkirina Efrînê hate protestokirin. Girseya li Europagalerî kom bûn, mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de hevseroka NCKD a Saarbrucken Dîlan Adkgoan û endama Meclîsa Şaredariya Partiya Çep Werner Schmîtt axivîn.
VIYANA
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî çalakiya ‘rawestî ya mirovan’ hate lidarxistin.
Di çalakiyê de wêneyên welatiyên sivîl ên hatibûn qetilkirin hatin rakirin, pankartên ku qetlîaman tînin ziman hatin vekirin.
Piştre jî dosya ji bo Partiya Azaediya Avustûrya ya Partiya Gel a Avûstûrya, Partiya Demokrat a Sosyal a Avûstûrya, Partiya Gel a Avûstûrya, Partiya Keskan a Avûstûrya li gel televîzyona dewletê ji bo rojnameya Dîe Presse re şandin.
PARÎS
Li paytext Parîs a Fransayê çalakiyên Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya bi dirûşma “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” dabû destpêkirin dewam dike.
Li pêşiya Kuleya Eyfel li Parîsê bi pêşengtiya endamên platforma jinan a xwedîderketina li Efrînê çalakiyek hate lidarxistin û di çalakiyê de pankarta “Tirkiye li Efrînê zarokan qetil dike” û dowîzên ku dewleta Tirk şemezar dike hildabûn.
Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayêjî çalakiya rawestîna mirovan hate lidarxistin.
Di çalakiya li stasyonê hate kirin de pankart û dowîzên rûyê dewleta Tirk a qetlîamker dide nîşandan hate vekirin.
STRASBOÛRG
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê êrîşên dagirkirina Efrînê bi çalakiyeke ku her şevê tê lidarxistin, saet 18:00’an destpê kir.
Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên li Place Kleber a navenda bajêr hatin ba hev pankarta “Dawî li dagirkirina Efrînê bînin, duh Kobanê îro Efrînê bû” vekirin. Di çalakiyê de li gel hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên YPG/YPJ’ê û PKK’ê hatin bilindkirin. Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandin ku hişmendiya DAIŞ’ê û AKP’ê heman e û hate diyarkirin ku dixwazin Kurdan qir bikin.
Di dawiya çalakiyê de hate gotin ku wê sibe jî çalakiyan wan saet 18:00’an dîsa bidome.
ROTTERDMA
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê hate protestokirin. Girseya ku li Pira Erasmûsbûrgê kom bûn çalakiya ‘rawestîna mirovan’ pêk anî.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hate qîrkirin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyên Kurdistanî û dostên wan dewam dike. Girseya kul i BArfusserplatzê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protestokirin. PYD, HDK-Basel, Navenda Civak Sivîl a Kurd, Partiya Basta ya Swîsreyê û gelek kesan piştgirî dan çalakiyê û di çalakiyê de bê li gel hildana alên PKK,YPG/YPJ’ê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin hildan.
KOPENHAG
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê li pêşiya Ûnîcefê çalakiye hate lidarxistin. Di çalakiya ji bo rayedarên Ûnîcefê dosya hate pêşkêşkirin de ji bo pêşîlêgirina qetilkirina jin û zarokan a li Efrînê banga hestyariyê hate kirin.
FLORANSA
Li bajarê Floransa yê Îtalyayê meclîsa şaredariyê êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir. Di heman demê de Kurdistanî û dostên wan li pêşiya şeredariyê çalakiyek lidar xistin. Bi sedan welatiyên li pêşiya şaredariyê kom bûn bi dirûşim û çepikan biryara şermezarkirina şaredariyê ya êrîşên dewleta Tirk pêşwazî kirin.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê çalakiya rawestîna mirovan hate lidarxistin. Girseya gel di çalakiyê de wêneyên welatiyên sivîl ên di êrîşên dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin hildan û daxwaz ji hikûmeta Elmanya kir ku alîkariya çekan a didin dewleta Tirk bidin rawestandin.
Di çalakiyê de banga tevlîbûna mîtîna ku wê sibe li pêşiya avahiya Parlemetoya Eyaleta Bremen bê lidarxistin jî hate kirin.