Kurd û dostên wan ên li Kopenhagenê daketin kolanan: Terorîst Tirkiye!

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr û gelemperiya Kurdistanê hat silavkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn, di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) duh danê êvarê li hev civiyan. Girseya gel ji Vesterbros Torvê ber bi avahiya Şaredariya Kopenhagenê ve bi meşaleyan meşiya û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê bisekinîne" û "Terorîst Tirkiye" qîriya.

Di mîtînga li ber avahiya şaredariyê de belavoka NCDK hat xwendin. Dûre Alîkarê Şaredarê Gladsaxe Serdal Benlî axivî û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike şermezar kir. Benlî bêdengiya Danîmarka û cîhanê jî şermezar kir û bang li rayedaran kir, ku ji bo bidawîbûna komkujiyan bi lez û bez bikevin nava tevgerê.

'HERÎ ZÊDE TIRKIYE DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKE'

Şaredarê berê yê Kopenhagenê Vîllo Sîgûrdsson jî li mîtîngê axivî û got, "Dijminê herî mezin ê Kurdan Tirkiye ye. Li Bakur jî, li Rojava jî dijminê herî mezin ê Kurdan Tirkiye ye û Kurdan qetil dike. Dijminê Kurdan her wiha Ewropî ne, Danîmarka ye ku niha mîtîng lê tê lidarxistin. Ewropa û Danîmarkayê bi mîlyaran pere dan Tirkiyeyê û ji wan heye ku wan pirsgirêka penaberan çareser kirine. Di heman demê de li pêşberî komkujiyan bêdeng in. Baş e, pirsgirêka penaberan çareser dibe? Na! Kûrtir dibe."

Girseya gel piştî axaftinan dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîr", "Bijî Berxwedana Sûrê" qîriya û dawî li çalakiyê anî.