Kurd li Metropolan li ser piyane

Kurd li Metropolan li ser piyane

Kurdên êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar dikin, li metropolên Tirkiyeyê jî herikîn kolanan. Li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin. Kurdan dest bi nobetê kirin.

KOCAELÎ

Li navçeya Dariva ya Kocaelî bi sedan welatiyan rêya Aşiroglu li trafîkê girtin û dest bi meşê kirin. Paşê welatiyên hatin avahiya navçeyê ya Darica ya HDP’ê çalakiya nobetê dan destpêkirin.

Li Enqere, Samsûn jî bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakî hatin lidarxistin. Gelê Meletî jî destpêkê meşek li dar  xistin paşê dest bi nobetê kirin. Li Samsun û Çanakkale jî çalakî hebûn.

ENQERE

Li Enqereyê, bi sedana welatiyan li Qada Sakarya di Konê Jiyanê de rawestiyan.

Biryar hat girtin ku çalakiya greva birçîbûnê ya 2’ê Cotmehê destpê kiriye bi dawî bibe û “Konê Piştevaniya bi Kobanê re” heta sibehê vekirî bimîne.

Her wiha wê sibe jî saet 15.00’an ber bi avahiya AKP’ê meşek bê lidarxistin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re li Alsancak çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Wê çalakiya li ser banga HDP’ê heta sibehê bidome.  

Di aakiyê de komeke faşîst êrîşî HDP’yiyan kirin. Endamekî HDP’ê birîndar bû.

Li gel vê polîsan pêşiya HDP’yiyên ku bi 3 otobusan xwestin biçin Pirsûsê girtin û nehiştin her sê otobus derbas bibin. Li ser vê girse ji bo piştevaniya welatiyên li Qada Alsancak di çalakiyê de ket rê.

SAMSUN

Li Samsunê Hêzên Ked û Demorasiyê li Çîftlîk Suleymaniye Geçîdî çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

ÇANAKKALE

Li Çanakkale jî saet nêzî  22.00’an çmeşek hat lidarxistin. çalakî 3 saetan dewam kir.

ANTALYA Û ESKÎŞEHÎR

Li Taxa Hoşnudiye ya Eskîşehîrê û Antalyayê girseyên ku DAIŞ şermezar kirin çalaki pêk anîn. Girseyên ku li gelek nuqteyên bajar li hev kom bûn bi slogan û meşan êrîşên DAIŞ'ê şermezar kirin. Komên li kolan û taxan kom bûn sloganên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Qatil DAIŞ, hevkar AKP" û "Bijî berxwedana Kobanê" gotin.