Kurd li Kibrisê ketin Sefaretxaneya DYA’yê

Kurd li Kibrisê ketin Sefaretxaneya DYA’yê

Li paytexta Kibrisê ya Lefkoşa bi armanca piştevaniya ji bo Kobanê û bi armanca ku civaka navneteweyî bikeve nava tevgerê bi sedan kes meşiyan sefaretxaneya DYA’yê, benda polîsan derbas kirin, ketin baxçeyê sefaretxaneyê.

Îro nêzî 250 kesên ku saet di 11.30’an de ber bi Sefaretxaneya DYA’yê ve meşiyan, 150 metre ji sefaretxaneyê re ku hebû, rastî benda polîsan hatin. Polîsan diyar kirin ku wê destûrê nedin derbasbûna wan û di encama pevçûnan de girseyê bend derbas kirin û gihiştin avahiya sefaretxaneyê.

Bi sedan kesên ku ketin baxçeyê seferatxaneyê, daxwaz kirin ku bi rayedarên sefaretxaneyê re bên cem hev. Polîsan li dora sefaretxaneyê tedbîrên ewlehiyê girtin û gelek rojnameger niha çalakiyê dişopînin.

Kesek ji sefaretxaneyê diyar kir ku wê heyetekê ji çalakgeran qebûl bikin. Li ser vê çalakgeran çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Çalakger daxwaz dikin ku alîkariya çekan ji bo Kurdan bê kirin û êrîşên hewayî bên zêdekirin. Her wiha hate hînbûn ku wê çalakger ber bi Barageya hewayî ya Kibrisê ve ku balafir ji vir radibin ve bimeşin.