Kurd ber bi Bonnê ve diherikin...

Kurd ber bi Bonnê ve diherikin...

Cejna Newrozê ya ku dê li bajarê Bonn yê Almanyayê bê pîroz kirin, di demjimêrên serê sibehê de Kurdên li tevahiya welat jiyan dikin hêdî hêdî kom dibin. Çav lê ye ku, Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan dê bi peyamekî dîmenî bersivê bide banga Ocalan.

Newroza ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd yên li Almanyayê (YEK-KOM) ve bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” hatî organîzekirin, ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin bi deh hezaran Kurdên li Eyaleta Bakûrê Ren Vestfalyayê, Berlîn, Hambûrg, Hannover, Sachsen, Kiel, Bremen, Oldenburg, Kassel, Salzgitter, Munih, Nurnberg, Freiburg, Ulm, Stuttgart, Mannheim, Frankfurt, Darmstadt, Bodensee, Heilbronn, Saarbrucken û Gissenê jiyan dikin, tên Bonnê.

Kurdên ku li du cihên cûda yên Kesk û Sor kombûne, dê li derdora demjimêr 11.00’an ber bi qada Newrozê ve bi meşin.

Bi hezaran kesên bi wesayîtên şexsî û otobusan hatine, li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê hilgirtine, her wiha bi sloganên di avêjin girêdana xwe ya bi pêvajoya dane destpêkirin tînin ziman.

KCK DÊ BERSIVÊ BIDE PEYAMA OCALAN

Çav lê ye ku Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan bersivê bide peyama Ocalan ya di Newroza 21’ê Adarê ya li Amedê û her wiha Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim tevlî bibe.

Weke din dê Hozan Seyîdxan, Mehmet Atli, Bang, Hozan Diyar, Eyşê Şewaaî, Koma Siyabend, Hozan Niyazî û koma Baskê Fermîn Muguruza dê derkevin ser dike.

Weke din jî dê pîrozbahiya Newroza Bonnê Nûçe TV bizindî weşanê bike. Di karin pîrozbahiyê li ser vê frekansê temaşe bikin.

EUTELSAT 8WA (AB2 8.1W)

FREKANS: 12662.5 V

SYM RATE: 5632

F/C: 3/4