Kujerên Şadî Şoxal serbest hatin berdan

Kujerên Şadî Şoxal serbest hatin berdan

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK), li Silêmaniyê daxuyaniyek da û diyar kir ku xwişkên hev Şadî û Şoxan di 2'ê Çileya 2011'an de li Nançeya Çemçemal a Silêmaniyê hatin qetilkirin û kujerê wan serbest hatin berdan.

Li Silêmaniyê, di 2'ê Çileya 2011'an de li navçeya Çemçemal Silêmaniyê 2 jinên xwişkên hev Şadî û Şoxan hatibûn qetilkirin. Lê belê kujerên hatin girtin, bi hinceta delîlên der barê kuştina Şadi û Şoxan de ne diyar in kujer serbest hatin berdan. Ji ber berdana kujerên 2 xwişkên hev Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) daxuyanî da. Endama RJAK'ê Seyran Mihammed Mehmud da û wiha got: "Ev buyer ne yekeme û ne ji ya dawî ye. Bi sedan bûyerên bi vî rengî pêk hatine. Her tim jî kujer ji aliyê dadehê ve serbest hatine berdan. Li şûna bên darizandin û cezakirin niha serbest dilerin. Em dê tu carî li hemberi vê neheqî û zilmê bêdeng nemînin. Heta ku kujer bê darizandin em dê dengê xwe bilind bikin."