‘Kujerên qetlîama Gaziyê nehatin darizandin’

Rêvebera Navenda Giştî ya DAD’ê Sevgî Kişin Sazan diyar kir kujerên qetlîama Gaziyê nehatin darizandin û ceza li kujeran nehatiye birîn.

Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Sevgî Kişin Sazan diyar kir di qetlîamên li ser Elewiyan de hema çend tetîkkêş hatine darizandin û piştre jî hatine xelatkirin. Sazan diyar kir ku dijminatiya li hemberî Elewî û Kurdan didome.

Rêvebera Navenda Giştî ya DAD’ê Sevgî Kişin Sazan di salvegera 28’emîn a Qetlîama Gaziyê de ji ANF’ê re axivî. Sazan diyar kir feraseta ku êrîşî Elewiyan kiriye ne nû ye û got “Li hemberî me serokkomarekî wisa heye ku diyar dike wê Elewî çawa îbadetê bikin û baweriya xwe bi çi bînin.”

Sazan bal kişand ser dozên piştî qetlîamê û got “Wekî her carê çend tetîkkêş hatin darizandin. Tu carî neçûn ser hêza ku ev qetlîam kirine. Qetlîamên li ser Elewiyan ji ser çend kesên ‘bi heyecan’ û ‘serserî’  tê pênasekirin, heta ku ev pênasekirin wisa wê, wê qetlîam çêbibin.”

Sazan bal kişand ser êrîşên ku di maça Bûrsaspor û Amedsporê de li dijî Amedsporê hatiye kirin û got “Ev ne tiştekî wisa ye ku çend faşîstan kirine. Ev dijminatiya gel e. Vê feraseta faşîst li Gaziyê dijminatiya li hemberî Elewiyan ava dike, li Bûrsayê jî dijminatiya li hemberî Kurdan.”

Kişin diyar kir di erdhejan de desthilatdariyê alîkarî nebiriye ji ser cih û warên Elewiyan û got “Ji ber vê divê Elewî rêxistinbûna xwe geştir bikin û li dora nasnameya Elewîtiyê kom bibin. Her kesî dît Cemxane çiqasî girîng in. Hemû kesan alavên xwe dan Cemxaneyan û gotin ev alav wê bi rihetî bigihêje erdhejzedeyan.”