'Kujerên li Somayê ji aliyê AKP'ê ve tên parastin!'
Di ser Komkujiya Somayê re ku 301 madenkaran jiyana xwe ji dest dane, çend roj maye salek derbas bibe.
Di ser Komkujiya Somayê re ku 301 madenkaran jiyana xwe ji dest dane, çend roj maye salek derbas bibe.
Di ser Komkujiya Somayê re ku 301 madenkaran jiyana xwe ji dest dane, çend roj maye salek derbas bibe. Parêzerê Komeleya Têkoşîn û Piştevaniya Karkerên Madenê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Gokoglû diyar kir ku her çedn salek di ser komkujiyê re derbas dibe jî hînê li navçeyê guhertinek bi kêrî karkeran were nehatiye kirin. Parêzer Gokoglû da xuyakirin ku mirina karkeran weke polîtîkayeke dewletê rû didin û destnîşan kir ku kujer ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên parastin.
'LI SOMA TIŞTEK NEGUHERÎ'
Parêzerê Komeleya Têkoşîn û Piştevaniya Karkerên Madenê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Engîn Gokoglû ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku her çend salek di ser Komkujiya Somayê re derbas dibe jî li navçeyê ti guhertinek bi kêrî karkeran were nehatiye kirin, li madenan hînê odeyên jiyanê nîne û zexta li karkeran hînê dewam dike. Gokoglû da zanîn ku ne tenê li madenan li sektorên din jî karker ber bi mirinê ve tên dehfdan û anî ziman ku li welêt komkujiyên karkeran veguheriye polîtîkayeke dewletê.
Gokoglû bal kişand ser darizandina Soma û ragihand ku kujer hînê nehatine darizandin û mîna dozên kar ên mîna vê, kujer bi awayekî vekirî ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tên parastin. Gokoglû diyar kir ku daxwaza veguhastina dozê ji cihekî din re û daxwaza neanîna kiryaran ji rûniştina destpêkê ya dozê re nîşan dide ku hewl tê dayîn bi demêhiştinê re pêşî li darizandina kiryaran were girtin. Gokoglû destnîşan kir ku ew ê rê nedin vê yekê.
'PÊWÎSTÎ BI FERASETEKE SENDÎKAYÎ YA SERBIXWE HEYE'
Gokoglû rexne kir dadgeriyeke serbixwe nîne û hêrsa kar mezin bûye, ewlekarî û nirxê jiyan û tenduristiya karkeran nîne û anî ziman ku bi têkoşîneke hevpar re ev pirsgirêk dikarin çareser bibin. Gokoglû rêvebirina sendîkayan jî rexne kir û ragihand ku sendîka bi patronan re tevdigerin, lewma ji du aliyan ve dor li karkeran hatiye girtin. Pêwîstî bi feraseteke sendîkayî ya serbixwe yan jî bi avakirina meclîsên karker heye.
DI 13'Ê GULANÊ DE BÎRANÎN
Parêzer Gokoglû da xuyakirin ku weke Komeleya Têkoşîn û Piştevaniya Karkerên Madenê ew ê di 13'ê Gulanê de li Kinikê bi malbatên madenkaran re merasîma bîranînê lidar bixin û ji bo xêra 301 madenkarên jiyana xwe ji dest dane, wê nan were belavkirin.