Kujerên Komkujiya Madimakê hîn jî bi rehetî digerin

Hevserokê DAD'ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir, tevî ku 27 sal di ser Komkujiya Madimakê re derbas bûne kujer hîn jî bi rehetî digerin û got, ew dixwazin kujer bên darizandin.

Hevserokê Şaxê Enqereyê yê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak got, "Em dixwazin hesabê komkujiyên Elewiyan bê dayin, dosya bên vekirin û pêvajoya dadgehê bê destpêkirin. Bila sûcdar bên cezakirin."

Li Otela Madimakê ya Sêwasê 2'ê Tîrmeha 1993'an 33 rewşenbîr û du xebatkarên otelê hatibûn şewitandin. Qurbanî îsal careke din tên bîranîn. Di sala 27'an a Komkujiya Madimakê de Hevserokê Şaxê Enqereyê yê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak ji ANF'ê re axivî. Karabûdak bal kişand ser zilma li civata qedîm a vê xakê li Elewiyan tê kirin û got, "Zîhniyeta Emewî ji Kerbela û vir ve didome. Komkujiya Madimakê yek ji van bû. Komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Çorûm, Meletî, Mereş, Madimak û Gazî encama vê zîhniyetê ne. Dema ku em bala xwe didin ser dibînin ku 27 sal derbas bûne, lê belê têkoşîna me ya hiqûqî hatiye pûçkirin. Hesabê heqîqetê nehatiye dayin. Gavek jî nehatiye avêtin. Kujer hîn jî li Ewropayê bi rehetî digerin."

DEWLETÊ XWEST GEL BÊDENG BIKE

Karabûdak destnîşan kir ku Komkujiya Madimakê tenê li dijî Elewiyan nebû û got, "Wê demê hikumeta koalîsyonê hebû û siyaset xitimî bû. Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de pêşketinên girîng hebûn. Karkeran li eniya kedê ala têkoşînê hilda bûn û li zanîngehan jî xwendekar daketibûn qadan. Komkujiya Madimakê amûrek ji bo blêdengkirina girseya gel bû."

DEWLET BI RENGEKÎ TOPYEKÛN ÊRIŞ DIKE

Karabûdak diyar kir ku bûyerên li Nisêbîn, Sûr û Cizîrê jî qewimîn tên bîra wan û ji van komkujiyan cuda nînin. Karabûdak destnîşan kir ku komkujiyên dema dawî, êrişên li ser goristanan û êrişên li dijî qadên pîroz ên baweriyan beşek ji vê yekê ye û got, "Dewlet bi rengekî topyekûn êrişê dibe ser her kesên weke xwe nafikire, ne xwedî heman baweriyê ne."

Hevserokê DAD ê Enqereyê Mûstafa Karabûdak destnîşan kir ku daxwaza wan neguheriye û got, "Daxwaza Elewiyan hemûyan demokrasî û aştî ye. Em dixwazin hesabê komkujiyên Elewiyan bê dayin, dosya bên vekirin, pêvajoya dadgehê dest pê bike. Bila sûcdarên rastî li pêşberî edaletê bên cezakirin. Aliyekî navneteweyî yê van komkujiyan heye û em dixwazin ev hemû eşkere bibin."