Kujerê Ethem Sarisuluk: Ahmet Şahbaz e

Kujerê Ethem Sarisuluk: Ahmet Şahbaz e

Nasnameya polîsê ku Ethem Sarisulukê ku li Enqreyê bi guleyê li serê wî da û kuşt diyar bû.  Hate hînbûn ku navê dane  dozgeriyê Ahmet Şahbaz e.

Ethem Sarisuluk di dema çalakiyên Parqa Gezî de li Enqereyê bi guleya ku li serê wî ket jiyana xwe jid est da. Hate hînbûn ku kujerê Sarisuluk, Ahmet Şahbaz e. Midûriyeta polîsan agahiyên der barê Şahbaz de û çeka di bûyerê de bikaraniye da dozgeriyê. Dozgerî heta dawiya hefteyê dê serî li îfadeya Şahbaz de. Çeka ku pê Sarisuluk hatiye kuştin dê li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê bê lêpirsînkirin.

Parêzerê Sarislukuk, Kazim Bayraktar ji ANF’ê re axivî û got: “Ev nav rast e, ne raste,  çek rast e, an ne raste dê di ecama lêpirsînê de diyar  be. Heta îro dozê ku polîs têde hatine darizanin tim hatine reşkirin û polîs hatine parastin. Ji ber vê jî em baldar tevdigerin. Hat hînbûn ku Ahmet Şahbaz polîsê hêza çevîke û di sala 186’an de ji dayik bûye.