Kujerê Dr.Qaslimlo di bin parastina Swîsre û Hirvatîstanê de ye
Kujerê Dr.Qaslimlo di bin parastina Swîsre û Hirvatîstanê de ye
Kujerê Dr.Qaslimlo di bin parastina Swîsre û Hirvatîstanê de ye
Derket holê ku Avusturyayê peywirdarê îstîxbarata Îranê yê berê Muhammed Cafer ku di ekîba ku Dr Qasimlo qetilkirin de cih digirt, ji Swîsre û Hirvatîstanê ku di rojên borî de çibûn wir, xwestiye. Lê ligel ku der barê wî de talîmata girtina navnetewî heye jî her du welatan jî Sahrarudî teslîm nekirin. Nûnerekî PDK-Î Hîwa Bahramî da zanîn ku Avusturya ji ber ku ji krîzeke navnetewî tirsiya serê bûyerê girt.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistan-Îranê Dr. Abdulrehman Qasimlo d 13’ê tebaxa 1989’an de li paytexta Viyana ya Avusturyayê dema bi nûnerên rejîma Îranê re di maseya muzakereteyê de bû, bû hedefa guleyan. Bi Qasimlo re berpirsê Fransayê yê PDK-Î Abdulkadîr Azerî û Dr. Fazil Resul hat qetilkirin.
Piştî cînayetê li ser navê îstîxbarata Îranê Mansour Bozorgîan û Cafer Sahraroodî demeke kurt girtî man û piştre ji aliyê Avustruyayê şandin welatê wan. Didema suîkastê de Sahraroodî ku tê texmînkirin bi guleya ji çekê derketiye birîndar bûye, di nexweşxaneya li Viyanayê de di îfadeya ku da de wiha got: “Ez di salona navberê de bûm. Ciwanekî derî vekir û çeka xwe berê wê da min. Gule barand.
BI HEYETA ÎRANÊ RE PİŞTÎ CENEVREYÊ ÇÛ ZAGREPÊ
Li ser daxwaza polîsê Avusturyayê di derbarê Sahrarudî de jî biryara lêgerîna navnetewî derket. Di şerê Îran û Iraqê de Sahrarudî ku fermandakî girîng yê eniya rejima tehranê bû, Piştî komkujiya kurd ya li Viyanayê, bû fermandarê yekineyên Kudusê ku operasyonên derveyê welat yên Îranê pêk dianî.
Sahrarudî bi xwe operasyona li hemberî biryargeha li bajaroka Koy a Başûrê Kurdistanê ya PDK-Î ya tebaxa 1996’an pêk anî û di dema Amedînecad de di serkreteryaya Lijneya Bilind ya Ewlehiya Navnetewî de tayînê midûriyeta binî ya ewlehiya hundir bû. Di lijneya Bilind a Ewlehiya Netewî de Sahrarudî bû cigirê Alî Larîcanî û piştî Larîcanî bû serokê meclisê, vê carê tayînê şêwirmendî û midûrê kabîneyê bû.
Derket holê ku Sahrarudî di serê meha cotmehê de bi heyeta meclisa Îranê re çûye Swîsreyê. Her wiha heyeta Îranê piştre jî çû paytexta Zagrep ya Hirvatîstanê. Çend rojan li vir ma û çû Tehranê. Ligel bangên komên muxalîfên kurd û îranê û hewldanên Avusturalyayê Sahrarudî ji aliyê polîsê Swîsre û Hirvatîstanê ve nehat girtin.
DEREWA JI SWÎSREYÊ ‘PASAPORTA DÎPLOMATÊ’ HEYE!
Nûnerê Avusturya û Almanyayê yê PDK-Î Hîwa Bahramî da zanîn ku piştî wan hîn kiriye ku Sahrarudî li Cenevreyêye ji bo bê girtin ketine nava hewldanan û got: “Rayedarên Swêdê îdia kirin ku Sahrarudî pasaporta dîplomatê li ser xwe digerîne û destnedana wî heye. Lê ev ne raste. Tenê wek şêwirmendê serokê meclisê çû.
Bahramî wiha pê de çû: “Yekineyên Ewlehiya Viyanayê der barê daxwaza girtina Sahrarudî de serlêdanên ku kiribûn nîşan dan. Lê her du welatan bersiva neyînî da daxwaza me. Em dixwazin wezareta karê hundir, ya dadê û ya karê derve di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Hina hemû rayedar ji vê direvin.
Di esasa xwe de Swîsreyê û Hirvatîstanê Sahrarudî negirtine û bi vê jî qanûn binpêkirine. Ev skandaleke. Hikûmeta Avusturyayê ev skandal veşart. Lê em pêşa vê skandalê bernadin.
KURD DIVÊ KAMPANYAYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN
Bahramî da zanîn ku piştî ku derket holê îstîxbaratvanê berê, şêwirmendê serokê meclisê Sahrarudî, li Cenevreyê ye ji her çar parçeyên Kurditanê serlêndan hatine kirin û kurdan bi telefon û e-postayê ji me re gotin çi ji destê me tê em bikin.