Kubîlay: Welat mehkûmî sêgoşeya şer, qeyûm û tecrîdê nayê kirin

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay balkişand li ser êrîşên bi armanca dagirkirinê yên li dijî avahiyên HPG’ê û got; “Ev perpitînên wan ên dawî ne. Welat mehkûmî sêgoşeya şer, qeyûm û tecrîdê nayê kirin. Divê deriyê Îmralî were vekirin û dawî li tecrîdê bînin."

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.

Kubîlay bi bîranîna ji lîderên nifşê 68’an Teslîm Tore û salvegera 4’emîn a kuştina Tahîr Elçî dest bi axaftina xwe kir.

Kubîlay têkildarî lêpirsîna kuştina Tahîr Elçî got: “Tevî 4 sal bi ser bûyerê de derbas bûn jî lê kujer nehatine dîtin û cînayet nehatiye ronîkirin. Hewce dike gelo li cihek din li kujer û berpirsiyaran bê gerandin?”

‘ÊRIŞÊN LI DIJÎ PARTIYA ME BÊNAVBER DIDOMIN’

Kubîlay bal kişand ser zext, pêkûtî, operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî HDP’ê û wiha got: “Ji 20’ê Mijdarê ve êrişên giran wek destgîrkirin û girtinê li dijî partiya me dest pê kirin. Tifaqa AKP û MHP’ê bênavber li dijî partiya me êrişên xwe didomîne. Di nava çend rojan de di serî de li Amed, Wan, Êlih, Riha, Dîlok, Sêrt, Agirî, Semsûr, Enqere û Kocaeliyê rêveberên me di nav de ji 150 kesî zêdetir kes hatin destgîrkirin û gelek ji wan bi hêncetên bêbinî hatin girtin.

Li Kocaeliyê 27 hevalên me destgîrkirin. Hemû eşyayên li avahiyên partiya me hatin serûbinkirin. Deriyên me hatin şikandin. Yanî polîsan wek “dagirkeriya dijmin” li panoyên partiya me alan daliqandin. Ev şerma herî mezin a desthilatê ye. Li Dîlokê jî 25 hevalên me hatin girtin. Sûcê wan jî ew bûye ku xebatên hilbijartina xwecihî birêve birine.

Hevşaredarên me yên Stewr, Dêrik û Şemrexê bi darbeya qeyûm hatin girtin. Ji bilî endam û rêveberên me, parêzvanên mafên mirovan û rojnameger û nûnerên saziyên civakî hatin destgîrkirin.

Dijminahiya kurd û HDP’ê wek çerxa aşê li ser fermana yek kesî tê xebitandin. Qesr dîrektîf dide, polîs fen û futan ava dike, dadger kirasên qanûnî amade dikin û li girtîgehan jî tecrîdan giran dikin.

‘ÇAWA BERÊ SERÎ DANENÎ DÊ NIHA JÎ SERÎ DANEYNE’

Ew kesên li her qadê, êrişên faşîst yên li dijî partiya me dane destpêkirin ku bawer dikin ku wê HDP serê xwe bitewîne û HDP’ê teslîm bigirin, em carek din dibêjin xwe dixapînin. Yên beriya Soylu jî her cûre êriş dibirin ser îradeya gel û digotin dê îradeyê bişkênin û têk bibin. Lê çawa wan xwe xapand û bi ser neketin, wê ev jî bi ser nekevin. Dema berê jî her cûre zilmê li dijî me ceribandin, lê nikaribûn serê kesî li hember xwe bitewînin. Çawa ku HDP’ê ji yên berê re serê xwen netewand, wê îro jî HDP serê xwe li hember zilmê daneyne.”

‘EM CAREK DIN DIBÊJIN HILBIJARTINA PÊŞWEXT’

Kubîlay anî ziman ku li gel ewqas êriş û gefên giran jî divê kes xwe bêhêvî neke û her tim hêviyên xwe biparêze. Kubîlay destnîşan kir ku ew carek din banga hilbijartina pêşwext dikin û got: “Em ji bo hilbijartinê dibêjin fermo werin em li meydanê ne.”

‘TECRÎDÊ JI BO XWE DIKE AMÛR’

Kubîlay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em carek din dixwazin behsa tecrîdê bikin. Helbet ev êriş û zext hemû bingeha xwe ji tecrîdkirina Birêz Ocalan a ji 5’ê Nîsana 2015’an ve dest pê kiriye digirin. Bloka AKP-MHP’ê dixwaze ji bo siberoja xwe dengê Birêz Ocalan qût bike. Ji bo siberoja xwe ya polîtîk naxwaze dest ji vê tecrîdê berde. Desthiltdarî ji bo hebûna xwe peyamên aştî û demokrasiyê ji Îmraliyê tên dayîn wek tehdîta li dijî xwe dibîne. Lê dema vê yekê dikin jî welat diavêjin nav agir û welat dixin nava gerîneka şer. Êdî welat nikare mehkûmî zêdetir şer, qeyûm û tecrîdê were kirin.”