KRXHKE: Em piştgiriyê didin pêvajoya Îmraliyê
KRXHKE: Em piştgiriyê didin pêvajoya Îmraliyê
KRXHKE: Em piştgiriyê didin pêvajoya Îmraliyê
Buroya îcrayê ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmê ya Konseya Ewropayê (KRXHKE), di civîna lijneya Giştî ya ku îro dest pê kir de, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriya pirsgisrêka kurd. KRXHKE’ê di daxuyaniya xwe de got ku ew pişgirtiyê didin hewldanên pêkanîna dîalogê ya li Îmraliyê hatiye destpêkirin.
Serokê Kongreyê û raportorê Tirkiyeyê yê KRXHKE’yê Herwîg Van Staa wiha got: “Tirkiye welatekî ku pirsgirêkên wê yên tevlihev hene ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan jî tevî gelek mafên kêmaran tên binpêkirin. Di çarçoveya doza KCK’ê de di nav de şaredar jî hene gelek kes hatine girtin. Şaredara BDP’î ya Wêranşarê Leyla Guven ji sala 2009’an heta niha girtiye. Rewşa Guven mînakek vekiriye. Her wiha Leyla Guven endama me ya berê ye. Em tu wateyê nadin girtina wê ya bê daraz û bê pirs.
Van Staa destnîşan kir ku ji bo ku Tirkiye li gorî şertên otonomier ya Herêmî ya Ewropayê, avabûna xwe ya îdarî, li gorî şerên BU’yê sererast bike, ew wekê kongre bang li Tirkiyeyê dikin ku bila pirsgirêkên Tirkiyeyê ji holê rabike. Van Staa wiha got: “Em dê şopdarên vê bin. Em wek buroya kongreyê me hewcedarî bi deklereyê dît.” Her wiha tê payîn ku dekleresyoan mijara gotinê ya KRXHKE’ê bînin lijneya giştî ya kongreyê.
Ji AKP’ê wek nûner Gaye Doganoglu jî deklerasyon îmze kir û di deklerasyonê de wiha tê gotin: “Ji ber rewşa li Tirkiyeyê ku ev qas kesên hilbijêr hatine girtin fikar zêde dibin. Her wiha ev yek xesareke mezin dide demokrasiya herêmî. Serdanek dê bo Tirkiyeyê pêk were û dê Leyla Guven jî bê ziyaretkirin. Di van serdanan de dê careke din banga ku divê li Tirkiyeyê rêz li hemberî mafên kêmaran bê nîşandan,bê kirin.”
Ji ber ku şaredara Wêranşarê Leyla Guven ev demek dirêj e girtiye, li ser daxwaza BDP’ê şaredara BDP’ê ya Dêrsîmê Edîbe Şahîn derbas bû. Şahîn wek endama KRXHKE ji aliê Enqereyê ve jî hat erêkirin. Şahîn îro dest bi xebatên kongreyê kir.