Krîzê 'bazara kevnefiroşan' mezin kir

Tevî ku hikumeta Tirk bi reklama projeyên mezin hewl dide nîşan bide ku krîza aboriyê nîne, li Tirkiyeyê 'bazarên kevnefiroşan' mezin dibin.

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandoreke mezin li civakê dike. Ji ber vê yekê bazarên kevnefiroşan mezin dibe. Yek ji wan jî li Dolapdere ya Stenbolê ye. Bazara kevnefiroşan şeva Şemiyê dest pê dike û heta êvara Yekşemê dewam dike. Ji her devera Stenbolê mirov tên vê bazarê.

Ji kincên kevn heta amûrên elektronîk li bazarê her tiştên kevn tên firotin. Her çend hikumet îdîa bike ku 'krîz nîne' mirovên li Bazara Kevnefiroşan bazara xwe dikin nîşan dide ku hêz û derfeta mirovan a ji bo kirînê lawaztir bûye.

Asim Kirlangiç dibêje ku bi salan e ew tên bazarê û got, "Berê mirov bi kêf dihatin, lê dinerî, digeriyan, bi bîranînên xwe yên zarokatiyê kêfxweş dibûn. Bi salan e têm vê derê lê min ti carî ewqasî qelebalixî nedît. Ji mirovên ku goreyê ji zarokê xwe re dikire heta yên ji xwe re pêlavên kevn dikirin. Hemû jî tiştên kevn dikirin. Mirov bûne hewcedarê goreyên kevn."