Krîz mezin dibe: 500 hezar kesên din bêkar man!

Li gorî TUÎK’ê 500 hezar kesên din bêkar man û ev hejmar bûye 3 milyon û 788 hezar.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên kar ên meha Cotmehê eşkere kir. Li gorî daneyan li Tirkiyeyê bêkarên ser 15 salî li gorî serdema berê 501 hezar kes zêde bûne. Ev hejmar bûye 3 milyon û 788 hezar. Rêjeya bêkariyê jî bi zêdebûna 1,3 pûanan bûye 11,6. Rêjeya bêkariyê ya ciwanan (15-24) bi zêdebûna 3 pûanan re bûye 22,3 ji sedî û di koma temenên 15-64’an de ev rêje 1,4 pûan zêde bûye û bûye 11,9 ji sedî.

Di sektora çandiniyê de hejmara karkeran 187 hezar kes kêm bûne û rêjeya kesên ku di çandiniyê de tên îstîhdamkirin jî pûanê wan 0,8 kêm bûye.

Di sektora avahiyan de hejmara kesên hatine îstîhdamkirin 26 hezar û di ya sanayiyê de jî 2 hezar kes kêm bûne.