KP'yiyên li Taksîmê çalakî lidar xistin hatin binçavkirin
Komek ji Partiya Komunîst (KP) ket Qada Taksîmê lê li êrîşa polîsan rast hat. Di encama êrîşê de hemû çalakger hatin binçavkirin.
Komek ji Partiya Komunîst (KP) ket Qada Taksîmê lê li êrîşa polîsan rast hat. Di encama êrîşê de hemû çalakger hatin binçavkirin.
Bi qasî 30 kesên ji Partiya Komunîst (KP) ketin Qada Taksîmê ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin.
Koma ji KP'yiyan a ji Cengaver Han a li ber Taksîm Hîll Hotelê bi rê ket, dema diket hundirê Taksîmê li êrîşa polîsan rast hat. KP'yiyên dirûşmên "Taksîm Qada 1'ê Gulanê ye" û "Bijî 1'ê Gulanê" qîriyan, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li aliyê din komê berî berê xwe bide Taksîmê li Cengaver Hanê pankarta bi nivîsa "Ji bo wekhevî û azadiyê, sîstema mêtîngeriyê biqedîne" daliqand.