Koysuren hate girtin
Hevseroka dema berê ya HDP’ê ya Edîrneyê Sabîha Hazal Koysuren, dema ji bo serdanê çû Edîrneyê hate destgîrkirin û girtin.
Hevseroka dema berê ya HDP’ê ya Edîrneyê Sabîha Hazal Koysuren, dema ji bo serdanê çû Edîrneyê hate destgîrkirin û girtin.
Li gorî agahiyên hatin girtin Koysuren a li navenda Edîrneyê dema li bendekê li kontrola GBT’ê re hate derbaskirin û şûnde bi hinceta ‘gomana revînê’ hate destgîrkirin.
Koysuren a ji bo kontrola tenduristiyê û şûnde sewqî dadgehê kirin, ji aliyê dadgehê ve bi fermana dozger hate girtin. Koysuren şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.