Kovara Şoreşgerên Yekbûyî (Birleşik Devrim) dest bi weşanê kir
Kovara Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) dest bi weşanê kir.
Kovara Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) dest bi weşanê kir.
Bi sernivîsa 'li hember faşîzmê bibin yek, şer bikin û bi ser kevin' ve ji bo armanca rexistinê bê femkirin hejmara yekem a kovarê hat derxistin. Di nivîsên kovarê de ji bo yekîtiya antî faşîstan, Demokratan, çepgiran, sosyalîstan, komînîstan, femînîstan, ekolojîstan û azadîxwaza hedefên piştgiriyê hatine destnîşankirin.
Endamê MLKP'ê Fercad Can li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji kovarê re axivî û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan weke hêza hesap pirsînê ya bindestan pênase kir.
Di nivîsa bi îmzeya TKEP Lenînîst de tê destnîşankirin ku Kurdistan û Tirkiye di pêvajoya şoreşê de ne.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) di 12’ê Adarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû îlankirin. Di nava tevgerê de rexistinên TKP/ML, PKK, THKP-C/MLSPB, MKP, TKEP-LENÎNÎST, TÎKB, DKP, DEVRÎMCÎ KARARGAH û MLKP cih digirin.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî her wiha li ser mallpera http://www.hbdh-online.org/ der barê armanca û hedefên xwe de weşanên bîrdozî û polîtîk dike.