Kovara 'Medya Tenduristî' ya bi Kurdî Tirkî hat nasandin
Kovara 'Medya Tenduristî' ya bi Kurdî Tirkî hat nasandin
Kovara 'Medya Tenduristî' ya bi Kurdî Tirkî hat nasandin
Hejmara yekemîn a kovara "Medya Tendurîstî" ya bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî û bi Tirkî derket.
Nasandina kovara "Medya Tenduristî" ya yekem a ku bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî û Tirkî hate weşandin, pêk hat. Civîna nasandinê li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu hate lidarxistin. Gerînendeyê Giştî yê kovarê Ramazan Tunç û xwediyê îmtiyazê Lokman Aydogdu tevlî civînê bûn. Kovar li gel Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdîstanê wê li bajarên Tirkiyeyê jî bê belavkirin. Di kovarê de roportajên bijîşkên pispor û nûçeyên der barê tenduristiyê de cih girtin.
Di civîna nasandinê de Gerînendeyê Giştî yê Kovarê Ramazan Tunç axivî û diyar kir ku li gel qedexeya li ser zimanê Kurdî jî bi bexwedanekê zimanê Kurdî hat heta îro. Tunç, anî ziman ku êdî zimanê Kurdî di her qada jiyanê de pêş ketiye û di qada cemawerî de jî hebûna xwe daye xuyakirin. Tunç da zanîn ku peşketina ziman bi berhemên ziman ve hatiye misogerkirin.