Kouchner: Em li Kobanê teslîm bûn

Kouchner: Em li Kobanê teslîm bûn

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransa Bernard Kouchner neaktîfbûna civaka navneteweyî ya di mijara Rojava de rexne kir û wiha got: “Li kuştina Kurdên ev çend nêzî me ne temaşekirin skandal e. Em ê vê nemerdiya xwe bi çi tacîdar bikin?” Kouchner têkildarî çekdayîna Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan û venekirina korîdorê ji bo alîkariyên leşkerî jî wiha got: “Tirkiye hesabên polîtîk dike, ev nayê qebûlkirin.”

Ji Wezîrê Karên Derve yê Berê yê Fransa Bernard Kouchner ê ji Journal du Dîmanche re axivî, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîşên DAIŞ ên ser Kobanê rexne kir û wiha got: “Ev rewş cihê xemgîniyê ye. Em li Kobanê li hemberî hovîtiyên DAIŞ teslîm bûn.”

Di şiroveya rojnameyê de got; “Li Kobanê Kurdên Sûriyeyê li hemberî cîhadîstên hewl didin sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bixin dest şer dikin. Enqere jî bi hinceta Kurdên Sûriyeyê ji ber nêzî PKK’ê ne bi şêweyekî pir ‘bi ewle’ nêz dibe” û di manşetên xwe de weşand.

Wezîrê Derve yê Berê yê Fransa Bernard Kouchner wiha dewam kir: “Kurdên Sûriyeyê, ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên li çiyayê Sîncarê bi lehengî şer kirin. Temaşekirina kuştina Kurdên ev çend nêzî me skandal e. Em ê vê nemerdiya xwe bi çi tacîdar bikin. Bi ti tiştekî.”

HESABÊN POLÎTÎK ÊN ENQERE NAYÊN QEBÛLKIRIN

Kouchner diyar kir Tirkiye alîkariya leşkerî ya ji bo Kobanê asteng dike û wiha got: “Hesabên polîtîk ên Enqere nikare were qebûlkirin.” Kouchner bibîr xist ku Tirkiye rê dide derbasbûna çeteyên DAIŞ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye ji ber DAIŞ êrîşî Kurdan dike destûra vê dide.”