Korteja meşa li Dusseldorfê gihişt 3 km'yan

Korteja meşa li Dusseldorfê gihişt 3 km'yan

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi dehezaran kes tevlî meşa bi armanca piştgiriya ji bo Şengal û Kobanê hat lidarxistin bûn.

Bi dehhezaran kesên ji Elmanya, Belçîka û Hollanda hatin ji saetên sibehê ve li herêma Kaîser-Wîlhelm a li perava Rheîn a Dusseldorfê hatin gel hev.

Meşa li ser banga zêdetirî 30 organîzasyonan hat lidarxistin saet 12.00’an destpê kir. Çalakvan wê li ber Meclîsa Eyaleta Bakurê Rheîn Vestfalya mîtîngeke pêk bînin.

Çalakiya ku Kurd û dostên wan tevlî bûn, civakên olî yên weke Elewî, Êzidî, Misliman û Xiristiyan jî tevlî bûn, gelên weke Kurd, Ermenî, Tirk, Elman, Keldanî û hwd. tevlî dibin.

Çalakvanên greva birçîbûnê yên bi berdilkên xwe, jin bi cil û bergên herêmî, bi ala mezin a kesk û sor û zer û posterekî mezin ê Ocalan di meşê de bal kişand, rêxistinên cuda û gelan bi alên xwe û rengên xwe cih girtin.

Korteja meşê giha 3 kîlometreyan, li gor organîzatoran zêdetirî 100 hezar kesî kom bûne. Çalakvanan li welatên rojavayî banga li dijî hovîtiya DAIŞ li rex berxwedana Kobanê cih bigirin kirin û daxwaza çekên giran bidin YPG’ê û PKK jî ji lîsteya qedexê ya Elmanya derxistin kirin.