Konseya Neteweyî ya Sûriyê dê beşdarî Cenevre-2 nebe
Konseya Neteweyî ya Sûriyê dê beşdarî Cenevre-2 nebe
Konseya Neteweyî ya Sûriyê dê beşdarî Cenevre-2 nebe
Konseya Neteweyî ya Sûriyê ya di nava Mûxalefeta Sûriyê de cih digire ragihand ku ewê beşdarî civîna Cenevre-2 ya tê payîn di nava meha Mijdarê de pêk were, nebe.
Komê ragihand ku heta rewşa heyî ya li welêt dewam bike û Esad li ser desthilatdariyê be, ewê beşdarî konferansê nebin.
Di daxuyaniya ji aliyê lîderê komê Georges Sabra hat dayîn de wiha hat gotin, "Koma me biryardar e ku eger rewşa heyî dewam bike, dê beşdarî konferansa Cenevre-2 nebe. Yên li Mûhammediya El Şarm de dijîn ji nêza dimirin, hêzên rejîmê nahêlin nan biçe Gûta'yê. Di van şertan de wê pêvajoyeke derbasbûna demokrasiyê li Sûriyê bê jiyîn?"