Konseya Kurdan ya li Swêdê: Bila Yilmaz Orkan serbest bê berdan

Konseya Kurdan ya li Swêdê: Bila Yilmaz Orkan serbest bê berdan

Konseya Kurd ya li Swêdê ku zêdetirî 20 komeleyan di binya xwe de digire daxwaz kir ku, Alîkarê Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd yên li Ewropayê (KON-KURD) Yilmaz Orkan dema ku xwest ji bo tevlî Forma Civakî ya Cîhanê bibe biçe Tûnûsê li balefirgeha Belçîkayê hatibû binçavkirin, demil dest serbest bê berdan.

Konseya Kurd ya li Swêdê di daxuyaniya ku ji çapemenî, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û parlementeran şandî de bibîrxist ku, di serî de li Parlementoya Ewropayê û Konseya Ewropayê di gelek platformên navnetewî de, siyasetmedarekî ji bo pirsgirêka Kurd bikeve rojevê xebatên çalak birêve biriye, tê xwestin ku ji bo serbestberdana Orkan bikevin dewrê.

Di daxuyaniyê de balê dikişîne ser êrîşên welatên Ewropayê yên li ser gelê Kurd ku van demên dawî zêdebûne, weke qetilkirina sê jinan li Parîsê, girtina bi dehan siyasetmedarên Kurd li Spanya û Fransayê û hate daxwazkirin ku van ev êrîş û girtinên li dijî Kurdan demildest bêne rawestadin.

NEWROZ LI STOCHLOMÊ TÊ PÎROZ KIRIN

Ji bo piştgirî dayîna pêvajoya nû û pîrozbahiya Newrozê ya 30’ê Adarê roja Şemiyê li Stocholmê, Konseya Kurd ya li Swêdê bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî bibin.

Di pîrozbahiya Newrozê ya dê di demjimêr 17.00’an de li Solnahallenê destpê bike, dê hûnermend Şahê Bedo, Dilba, Evîn, Serko Merîwanî, Xalîde Zîlan derkevin ser dike û koma folklorê jî dê dîlanên Gelê Kurd yên netewî bilîzin. Siyasetmedarên Kurd û Swêdî dê pêvajoya nû ya bi Newrozê re pêşket binirxînin.