Konseya Federal û Neteweyî ya Swîsreyê banga ‘mudaxeleya lezgîn’ ji bo Cizîrê kir
12 parlamenterên ji endamên Konseya Federal û Konseya Neteweyî ya Swîsreyê ji bo bûyerên li Bakurê Kurdistanê banga mudaxeleya lezgîn kirin.
12 parlamenterên ji endamên Konseya Federal û Konseya Neteweyî ya Swîsreyê ji bo bûyerên li Bakurê Kurdistanê banga mudaxeleya lezgîn kirin.
12 wekîl bi armanca mudaxelekirina tibbî ya birîndarên li Cizîrê û têkîldarî binpêkirina mafan ji bo lêpirsînek serbixwe bê kirin, bi armanca zext li ser dewleta Tirk bê avakirin banga mudaxleya lezgîn li Wezîrê Karên Derve Dîdîer Bûrkhalter û raya giştî ya navneteweyî kir.
12 parlamenterên endamên Konseya Federal û Neteweyî li dijî qetlîama dewletê ya li Cizîrê bang li Wezîrê Karên Derve Dîdîer Bûrkhalter kir ku li hember dewleta Tirk bikevin nav hewldanan.
‘DEWLETÊ MUDAXELEYA TIBBÎ ASTENG KIR; MIROV MIRIN’
Parlamenteran bal kişandin ku ji ber destûra mudaxeleya tibbî ya ji bo birîndarên li jêrzemîna Cizîrê nehat dayîn herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, destnîşan kirin ku dîsa li navçeyê gelek sivîl hatine qetilkirin.
Di metnê bangê de parlamenteran wiha gotin: “Ekîbên tenduristiyê û ambûlansên ji bo mudaxeleya tibbî diçin ji aliyê rayedaran tên astengkirin. Komek jinên ku ji endamên malbatan pêk dihatin jî hewl dan bi alên spî biçin cihê bûyerê û zarokên xwe wergirin, lê ev jî rastî astengiya yekîneyên ewlehiyê hat. Rewşa kesên li vir hem ji aliyê tenduristiyê hem jî jiyanê di asteke qritîk de ye.”
‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’
Parlamenteran têkîldarî mijarê daxuyaniya Komîserê Daireya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra’ad Al Husseîn bi bîr xistin, ji bo mudaxeleyên tibbî yên birîndaran pêk were û ji cihê asê mane bên derxistin, ji wezaretê xwestin ku li hember dewleta Tirk bikevin nav hewldanan.Her wiha, parlamenteran wiha gotin: “Ji bo mirin û birîndarbûnê li Cizîrê divê lêpirsînek serbixwe bê meşandin.” Parlamenteran xwestin ku di vê mijarê de divê raya giştî ya navneteweyî bikeve nav liv û tevgerê û li ser vê mijarê zextê li ser dewleta Tirk ava bike.
ÎMZAVAN
Ji bo tevlîbûna parlamenter, siyasetmedar, hiqûqnas û akademîsyenên din ên welat, metna bangê heta niha van navana îmze kiriye:
"Daniel Brélaz (Endamê Konseya Neteweyî û Sendîkavan- Keskan), Marina Carobbio (Endama Konseya Neteweyî - Partiya Sosyalîst), Franco Cavalli (Endamê kevn ê Konseya Neteweyî - Partiya Sosyalîst), Liliane Maury-Pasquier (Endamê Konseya Fedral, Partiya Sosyalîst), Jacques Neirynck ( Endamê kevn ê Konseya Neteweyî- Partiya Demokrat a Xirîstiyan),Denis de la Reussille ( Endamê Konseya Neteweyî- Partiya Karkerên Swîsre), Balthasar Glättli (Endamê Konseya Neteweyî- Keskan), Lisa Mazzone ( Endamê Konseya Neteweyîl – Keskan,) Luc Recordon(Endamê Parlamentoya Kantona Vaud, Endamê kevn ê Konseya Federal -Verts), Louis Schelbert (Endamê Konseya Neteweyî - Keskan), Carlo Sommaruga (Parêzer û Endamê Konseya Neteweyî- Partiya Sosyalîst), Sibel Arslan (Endamê Konseya Neteweyî- Keskan)."