Konseya Ewlekariyê ya NY bilez civiya

Konseya Ewlekariyê ya NY bilez civiya

Konseya Ewlekariyê ya NY li ser îdîayên ku tê gotin Rûsya di serî de li herêmên Donetsk û Lugansk li Rojavayê Ukrayna sewqiyata leşkerî kiriye, bilez kom bû.  

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), bi gumana tevgera leşkerî ya di demên dawî de li rojavayê Ukrayna veguhere şerekî dijwar, bilez kom bû.

Nûnera Daîmî yê NY Samantha Power, diyar kir, tespît kirine ku Rûsya di 48 saetên dawî de çek û leşker şandine Ukraynayê. Power got ku Rûsya ‘benzînê bi ser êgir dadike’ û rêz nîşanî yekparebûna axa welatê cîran nake. Power anî ziman ku ji bo Rûsya li gor agirbestê tevbigere divê zexta navneteweyî zêde bibe.

Nûnerê Rûsya Alexander Pankîn jî got ku divê civîna Konseya Ewlekariyê ‘îdîayên vala veneguhere pêkenokan’ û rêveberiya  Washington bi  'pêkenokên nû propaganda’ sûcdar kir.