Kongreya Netewî divê li dijî xetereyan bibe xwedî helwest
Kongreya Netewî divê li dijî xetereyan bibe xwedî helwest
Kongreya Netewî divê li dijî xetereyan bibe xwedî helwest
Ji Zanîngeha Essex Dr Cenzgîn Guneş diyar kir ku AKP di mijara pirsgirêka kurd de,ne diyare ku çiqas derkeve derveyî sînorên siyasî yên ku rejîmê bi teşe kiriye û divê aştî bê civakîkirin. Guneş anî ziman ku divê toreke berfireh ya aştiyê bê avakirin.
Guneş pirsên ANF’ê bersivand û diyar kir ku berhevbûna Kongreya Civaka kurd dê rekabeta navbera partiyên siyasî de bi dawî neke, lê dê zêdetir nêzî hev bike. Guneş got;Di çarçoveya berjewendiyên gelê kurd de an jî ji bo yekitiya kurdan dê derfet pêk werin. Ji xwe ev demek dirêj bû di navbera partiyên kurd de reqabet bi şîdetê encam nebibû û ev hawira pozîtîf dê bibe wesîleya berhevbûna kongreyê.
Guneş destnîşan kir ku dê kongre hedefên makul diyar bike û ne di çarçoveya serbixwebûn an jî yekitiya kurdan de, dê di çarçoveya realîteya heyî de teşe bigire. Guneş got niha li dijî vê pêngava krîtîk divê kongre helwestek hevpar bigire û divê gelê kurd mafê xwe bigire û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çarçoveyek hevpar bê avakirin.
EM PKK’Ê LÊKOLÎN DIKIN
Guneş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dîroka têkoşîna 50 salî ya tevgera netewî ya kurd gelek balkêş e. Di 30 salî de qezencên mezin yên wekê rêxistibûna gerîla, têkoşîna çekdarî, tevgera gel e. Ji ber vê şert û mercên civakî, dîrokî li ber çavan digirim û tevgera kurd ji sala 1960’an heta niha bilind bûye û pêde çûye. Yanî armanca min ya sereke eve ku dema ji sala 60’ê heta niha çavê kurdan nîşan bidin. Mijarên wekê înşakirina nasnameya siyasî ya kurd û îdeolojiya tevgera kurd bala min kişand.
Ji bo ez van mijran bi berfirehî fêm bikin destpêkê min faliyetên salên 60’ê yên rewşenbîrên kurd lêkolîn kir û daxwazên kurdan wê demê di nava tevgera sosyalîst de çawa hatiye ziman min nirxand. Piştre di salên 70’ê de kurd çawa ji tevgera çepa tirk veqetyan û rêxistibûna wan a cuda min lêkolîn kir.
Di salên 70’ê de gelek Rêxistinên sosyalîst yên kurd û partiyên kurd ava dibin. Daxwazên netewî yên kurd di nava gotinên Marksîst tê îfadekirin. Piştî min nîqaşên polîtîk û îdeolojî yên zindî ên di navbera rêxistinên kurd yê wê demê de nîşan da şûnde min balkişand ser gotin û pratîka Partiya Karkerên Kurdistanê.
Nokteyeke din ya girîng a lêkolîna min ev ku min guherî û veguhestina polîtîk û îdeolojî ya PKK’ê a ji salên 90’ê heta niha lêkolîn kiriye. Ev guherî çawa çêbûye, dibe sedema çi bandoran nîşan didim. Herî dawî ez têkoşîna partî û siyaseta kurd ya ji HEP’ê re destpêkiriye lêkolîn dikim. Bi taybet zor û zehmetiyên ku dîtin berfirehî cih didimê.
Di dîroka tevgera kurd de hem di warê temsiliyeta têkoşînê de û hem jî di warê faliyetên siyasî de Newroz gelek girînge. Newroz berxwedana Medan kiriye sembol. Ji serê sala 1980’ê heta niha ji bo berxwedana PKK’ê nîşanê girseyên gel yên kurd bide hat meşandin. Wek tevger ji bo efsanaye Newrozê careke din aktîf bike û xwe wek esasa berxwedana Medan temsîl kir û ji salên destpêkê û şûnde ji bo ku xwe ji kom û partiyên din yên kurda cuda gire her tim vegot. PKK’ê Newroz bi bandor kir û berxwedana ku afirand jî di kovar, pirtûk, bi hevkariya muzîkê, di merasîmên bibîranîn şehîdan de, di pîrozbahiyên Newrozê, civîn û mîtîngan de anîn ziman. Bi vî awayî efsanaya Newrozê hate rojev kirin û bû sîmgeya sereke ya berxwedana Gelê kurd. Temsiliyeta têkoşîna netew kurd berê bi tu xebateke akademîk nehatibû lêkolîn kirin û min di pirtûka xwe ya ku demek berê li tirk hat wergerandin (Tevgera Netewî ya Kurd a li Tirkiyeyê: Gotinaberxwedanê) bi berfirehî girt dest.
AKP DERNAYÊ DERVEYÊ REJÎMA HEYÎ
Guneş di bedewamiya axaftina xwe vekişîna gerîlayan ji derveyê sînorê Tirkiyeyê şîdet bi dawî kir û got: “Ev geşedaneke erênî bû. Ji ber ku riya çareserî û diyalogê vedike. Dema mirov li 20 salan dinêrin tevgera kurd berê jî bo çareseriyê pêngav avêtiye. Lê mixabin ev pêgav neguheriye çareseriyek mayîn de. Lê van pêngava di 15 salên dawî de şîdet kêm kiriye. Ev jî ji bo çareseriyeke mayîn de, rê li ber pêvajoya ku hêj didome vekir. Geşedanên dirêj û kurt, dê bê guman bandorê li ser pêvajoya aştiyê bike, li ser geşedanên herêmî, avabûna rêveberiya xweser a kurd û bi hêzbûna wê bike.
Di pêşerojê pêvajo dê çawa be, divê li tecrubeyên salên borî bên nihêrtin û divê polîtîkaya siyasetmedarên tirk ya der barê pirsgirêka kurd e bê vekirin. Dema mirov li pirsgirêka kurd dinêrin mirov vê dibînin:
Dewleta tirk ji roja ku hatiye avakirin heta niha netew kurd ji xwe re wek tedît dibîne. Mafên netewîyên gelê kurd di çarçoveya rêgeza yekitiya netewî de tê redkirin. Di 10 salên dawî de divê mirov li nêzîkatiya AKP’ê binêrin. Helwesta AKP’ê pir cuda be jî derneket derveyê nêrînên serdestan. AKP’ê hinek mafên wan danê. Mînak TRT6 ava kir. Bikaranîna kurdî a di qada cemawerî de hêsan kir. Yanî kêm be jî bersiv da daxwaz lê ji bo aştiyeke mayîn de nebûn helwestek zelal.
Hemû hamleyên ku da destpêkirin ji jî hemû ji bo çareseriyek mayîn de hatin dîtin lê pêşde neçû. Der barê pirsgirêka kurd de ne diyare ku hikûmet çiqas derkeve derveyê sînorên siyasî yên ku rejîmê bi teşe kiriye.
Piştre jibo ku pêvajoya ‘însiyatîfa demokratîk’ bi ser bikeve tiştên pêwist ya hevkariya firk û raman pêk nehat. Wek projeya dewletê hat îfade kirin. Lê piştre xwedî lê derneket. Ji bo pêvajoya aştiyê bidome divê hevpariya fikr û ramanê û mutabakata netewî ya pêwist a bo pirsgirêka kurd pêk bihata. Avakirina komîsyona aqilmendan pêngavek erêniye lê divê aştiya civakî pêk were û toreke berfireh bê avakirin.
Naveroka pirsgirêka kurd, girêdayê têkoşîna navbera tevgera netewî a kurd û AKP’ê de ye. Çawa pirsa; Pirsigrêka kurd çiye û çawa tê çareserkirin? Destpêkê AKP’ê xwest tevgera kurd bê bandor bihêle û li gorî xwe bi rêve bibe. Stratejiya wan ya esas, ji bersivdayîna daxwazên kurd gelek dur bû. Dema mirov li pêşniyarên çareseriyê yên tevgera kurd pêşxistine binêrin, çareseriya pirsgirêkê divê kurd jî wek hemû gelên din mafên xwe yên gerdunî bigire.
Yanî ger mirov bi berfirehî bêjin, modela çareseriyê ya ku PKK’ê pêşniyar dike, çareseriya pirsgirêka her çar parçeyên Kurdistanê pêşniyar dike. Vê jî bi guhertina pergala dewletê ya heyî ya li Rojhilata Navîn dixwaze bike. Dibê ku yekitiya netewî ya kurd bi avakirin asaziyên netewî û rêveberiyên xweser dê pêk were. Formuleke ku kurd bikaribin xwe bi rêxistin bikin pêşniyar dike.
AKP her çiqas pirsgirêka kurd bi nasandina nasnameya kurd û dayîna mafên çandî bîne ziman jî, dixwaze bi muhafazakirina bingeha netewî ya heyî ya li Tirkiyeyê bike. Di nêzîkatiya AKP’ê de guherîneke berfireh nîne û ger guherînek tunebe, wisa xuyaye ku gelek zore pêşniya pêvajoyeke aştiyê ya mayîn de vebibe.
POLÎTÎKAYA ROJAVA YA TIRKIYEYÊ HINEK TIŞTAN NÎŞAN DIDE
Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî geşedanên li Rojava pêk tê hinek tiştan nîşanê me dide. Îfade kiri ku li Sûriyeyê avabûneke kurdan ji bo Tirkiyeyê mudaxale ye. Hê jî diparêze ku yekitiya axa Sûriyeyê bê parastin lê piştî guherî rejîmê û muxalefeta Sûriyeyê jî erê bike, nêrîneke ku dê xweseriya kurd jî bê qebûl kirin heye. Daxuyaniyên piştî serdana Salîh Muslima a Tirkiyeyê jî di vî alî de bû. Lê ji rayagiştî ya Tirkiyeyê re hat gotin ku ji AKP’ê ji bo hişyariyê gazî Salîh Muslim kiriye. Her wiha piştgiriya Tirkiyeyê ya bo muxalefeta Sûriyeyê jî wisa xuya dike ku Tirkiye di mijara aştiyê de ne cidiye. Li gorî min diyaloga bi PYD’ê tê wateya guherîna polîtîkaya Tirkiyeyê. Niha rewşeke ku daxwazin alîgirên xwe diyar bike heye. Ev helwesta du alî ya li hemberî Rojava, li gorî min li Tirkiyeyê demek dirêj bi kurdan re dê bidome û her wiha ev jî tê wateya ku stratejiyeke hêj aştî hedef negirtiye nîşan dide.
KONGRE DIKARE BI HEV RE TEVGERBÛNÊ BÎNE
Guneş got ji bo kurd bi hevre tevbigerin dê demek dirêj bigire. Guneş got berê kurdan bi hevre kar û bar nekiriey û ji bo vê jî niha hema di demek kurd de li bende vê payîn şaş e. Guneş wiha got: “Kongreya Netewî gelek girînge. Ev geşedaneke dîrokiye. Ev dê kurdan bibe yekitiyê. Destpêka vê ye. Dê kurda li dora hedef û armancên wan bîne cem hev. Ger li gorî ku plan dike pêk bîne, ev di dîroka têkoşîna kurd de tiştekî yekemîne. Berê jî ev kongre di rojevê de bû, ev ne fikrekî nû ye. Di salên 1980’î de di navbera PKK û Partiyên Başûrê Kurdistanê de peymana hevkariyê hatibû îmzeirin. Lê di salên 90’î de pevçûn derket.
Bê guman berhevbûna kongreyê nayê wateya bi dawîbûna reqabeta navbera partiyên siyasî. Ev dê aliyên kurd nêzî hev bike. Ev dê kurdan li dora berjewendiyên wan bîne cem hev. Ji ev demeke dirêje reqabeta navbera partiyên kurd wek salên 90’î bi şîdetê encam nabe. Ev hawira pozîtîf bû wesîleya berhevbûna kongreyê. Yanî her çiqas îdeolojiy awan cuda bin jî hewl didin bi hev re bixebitin.
Li gorî min hedef evqas jî dê ne mezin be. Yanî kurd di çarçoveya îdealiya serbixwbûn û yekitiyê de ne, di çarçoveya realiyeta heyî de dê bi teşe be. Di vê pêngava krîtîk de, li dijî xetereyên li bende kurdane, divê kongre helwestek hevpar pêk bîne. Di mijara çareseriya pirsgirêkakur de divê yekitiya fikr bê avakirin û ji bo vê jî divê hawir baş be.
DI DÎPLOMASIYA KURD DE QELSÎ HENE
Guneş di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku tevgera kurd ev 30 sale li welatên cuda yên Ewropayê bi awayekî rêk û pêk di nava faliyetên siyasî de ye û vê jî tevgereke siyasî ya cidî pêk anî. Guneş wiha berdewam kir: “Ji berê de heta niha faliyetên dîplomasiyê û avakirina rayagiştî ya li Ewropayê, her çiqas hedera herî girîng ya tevgera kurd be jî, faliyetên siyasî zêdetir der barê welat û girêdayê wê bû. Faliyetên li Ewropayê û çavkaniyên ku tevgerê bidestxistin di pêşveçûn û mezinbûna têkoşîna netewa kurd e roleke mezin lîst. Ligel ku civaka kurd di nava xwe de piştgiriyeke mezin jî girt, piştigriya navnetewî kêm e. Dema mirov bîn tevgerên din re bîne cem hev kême wek Filistînê. Ger faliyetên der barê rayagiştî de zêdetirbûna, piştgiriya ku tevgera kurd bigirta dê zêde bûye. Bê guman ji bo vê sedema yekemîn eve ku divê mirov di stratejiyên ku dewlet bikartîne de bigerin.
Ya duyemîn jî ev ku piştî êrîşên 11’ê îlonê konjonkur û bi taybetî jî têkoşîna bi terorê re di qada navnetewî de cihê mezin girt û vê jî piştgiriya navnetewî ya tevgera kurd zehmetir kir. Di çarçoveya qanûnên dij-terorê de, nîşandana tevgera kurd a wek ‘terorîst’ cihê wê tevgerbûnê teng kir. Tirkiyeyê jî ev rewş wek marjînelkirina tevgera kurd bikaranî. Sedema herî mezin li gorî min ev e.
*Cengîz Guneş: Teza xwe ya doktora ya bi mijara Tevgera Netewî ya Kurd ya li Tirkiyeyê di sala 2010’an de li Zanîngeha Essex a Îngîlîstanê qedand. Teza wî di sala 2012’an de li Îngîlîstanê li weşanxaneya Routledge wek pirtûk hat weşandin. Pirtûk îsal ji aliyê weşanên Dîpnot ve li tirkî hat wergerandin. Pirtûk bi ser navê ‘Li Tirkiyeyê Tevgera Netewî a Kurd: Gotina berxwedanê’ hat weşandin. Di pirtûka ku Cengîz Guneş û Welat Zeydanlioglu de ya ku 13 akademîsyenî di mijara pirsgirêka kurd de piştgirî da ya bi navê ‘The Kurdish Question in Turkey: New Perspectives on Violence, Representation and Reconciliation’ (Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd: Şîdest, Temsîl û li ser aştiyê perspektîfên nû) demek berê di weşanên Routledge hat weşandin. Hêj li ser pirsgirêka kurd lêkolînên xwe didomîne.