Kongreya Navenda Civaka Demokratîk Kurd li Bîenneyê hat lidarxistin
Li Bîenneyê Kongreya Navenda Civaka Demokratîk Kurd hat lidarxistin, meclîs hat avakirin û hevserok hatin hilbijartin.
Li Bîenneyê Kongreya Navenda Civaka Demokratîk Kurd hat lidarxistin, meclîs hat avakirin û hevserok hatin hilbijartin.
Li bajarê Bîenne yê Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd îro kongreya xwe ya avakirinê lidar xist. Di Kongreya ku bi 100 endaman û mêvanan hat lidarxistin de meclîs hat avakirin û hevserok hatin hilbijartin.
Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û piştî temaşekirina li sînevîzyonê pêvajo hat nirxwandin. Raporên li ser kar û aboriyê hatin xwendin. Piştî xwendina raporan komîsyonên meclîsê hatin avakirin. Di encama hilbijartinê de Agir Dûrûk û Cefa Ayik weke Hevserok hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" qediya.