Kongra-Gel: Tenê yeketiya netewî dê pêşî li komkujiyan bigire
Kongra-Gel: Tenê yeketiya netewî dê pêşî li komkujiyan bigire
Kongra-Gel: Tenê yeketiya netewî dê pêşî li komkujiyan bigire
Serokatiya Kongra-Gel, di derbarê 25’emîn salvegera komujiya Helebçeyê de daxuyaniyek da. Kongra Gel da zanîn ku, rejîma Seddam 25 sal berê yekemîn operasyona Enfalê li Helebçeyê da dest pê kirin û got: “Di rojekê de bi çekên kîmyewî 5 hezar kes qetil kir. Bi dehezaran seqet man. Tenê em dikarin bi yekitiya netewî li dijî vê komujiyê derkevin. Wekê duh îro jî Yekitiya Netewî ya Kurd bo gelê me esase.
Kongra-Gel di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bi wesîleya 25’emîn salvegera Helebçeyê şehîdan careke din bibîrtînin û bila serê hemû gelê Başûr û Kurd sax be. Em hêzên kujer yên berdewama zîhniyeta wan şermezar dikin. Her wiha di roja me ya îro de jî hêj zîhniyeta qirkirin û komkujiyê dimeşe.
Kongra-Gel diyar kir ku, kesên tundiyê weke çareserî dibînin, serî li komkujiyê didin û got: “DYA, YE û NY’î pirsgirêkên ji nedîtîve tên û di pirsgirêka Kurd de di tundiyê de israr dikin. Ev dewlet hema her tim deriyê wan bo komkujiyê vekirîne. Ligel Helebçe û Enfalê, li Kurdistanê hêj xetereya komkujiyê derbas nebûye û xeterî didome.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, li gel ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê di nava hewldanan de ye jî li derve operasyon didomin û wiha gotin: “Li Tirkiyeyê li dijî saziyên Kurd û siyasetmedaran operasyon didome. Li dijî tevgera azadiyê hê jî polîtîkayên îmhayê didome. li Rojavayê Kurdistanê gelê me li dijî çeteyên tirk û rejîma Baas xwe diparêzin û qezencên xwe diparêzin.
Ji bo ku gelê me qirkirinên din jiyan neke divê em xwe bi rêxistin bikin. Gelê kurd xwedî hêza ku xwe biparêzeye. Divê wek berê nêzî kurdan nebin. Kurd xwedî îrade û hişmendiya netewîne.
Tenê bi yekitiya Netewî pêşî li qirkirin û komujiyan bê girtin. Wek duh îro jî ji bo gelê Kurd yekitiya netewî esase. Em bi wesîleya 25’emîn salvegera qirkirina Helebçeyê di hizûra hemû şehîdên Helebçeyê banga konferansa xwe ya netewî dubare dikin. Divê partiyên siyasî yên Kurd, rewşenbîr, saziyên sivîl û çapemeniya Kurd peyiwra xwe bîne cîh.”