KONGRA-GEL: Li hemberî dagirkeriyê li her derê rabin pêyan

KONGRA-GEL got ku li hemberî dagirkeriya Rojava gel dikarin dîrokê binivîsin û ji faşîzmê rizgar bibin.

Dîwana Hevserokatiya Giştî ya KONGRA-Gel derbarê planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst a ku dijminê hebûna gelê Kurd e, ji bo ku destkeftiyên demokratîk ên gelên Bakur û Sûriyeyê ji holê rakin, amadekariya êrîşkirina Rojava dike.

Bi daxuyaniya DYE’yê re tê xuyakirin ku dagirkeriya Rojava û berpirsyariya DAÎŞ’ê dane dewleta Tirk. Tu aliyê exlaqî û mirovî ya biryara DYE tune.

Lê vê carê wê gelên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr û dostên wan ên li qada navneteweyî li hemberî dewleta Tirk a dagirker wê li ber xwe bidin û wê dîroka xwe binivîsin.

Em bang li hemû parçeyên Kurdistanê û gelê xwe yê li derveyî welat dikin, li hemberî dagirkeriya Rojava li her derê rabin serhildanê û xwedî li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin.

Dewleta Tirk a faşîst di nav krîzeke ekonomîk û siyasî de ye. Bi êrîşên li ser Rojava re dixwaze temenê xwe dirêj bike. Heke em li dora gelên Rojava bibin xeleq em dikarin hem gelên herêmê û mirovayetiyê ji vê belayê rizgar bikin.

Roj roja hilweşandina faşîzmê ye. Heta ku faşîzma dewleta Tirk neyê hilweşandin wê êrîşên li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nesekine. Divê em îro jî bi berxwedanên bêhempa faşîzmê hilweşînin.

DYE dema xwe ji Rojava vedikişîne berpirsyariya DAÎŞ’ê jî dide dewleta Tirk.Ev jî tê wateya ku wê DAÎŞ li her derê dîsa çalak bibe.

Li hemberî êrîşên dagirker ên faşîzma AKP û MHP’ê em li ber xwe bidin, em ê karibin faşîzmê tê bibin û dahatûyeke azad û demokratîk ava bikin. Bi vê baweriyê em banga seferberiyê dikin.”