KONGRA GEL: Ji bo azadiya Rêber Apo em li Strasboûrgê bin
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyek li ser komploya 15'ê Sibatê da û got, "Di rojeva tifaqa Erdogan û Bahçelî de ye, ku şîdeta dewletê yekser li Rêber Apo bê kirin."
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyek li ser komploya 15'ê Sibatê da û got, "Di rojeva tifaqa Erdogan û Bahçelî de ye, ku şîdeta dewletê yekser li Rêber Apo bê kirin."
Hevserokatiyê destnîşan kir, ku şert û mercên têkbirina faşîzmê hene û ji bo meş û mîtînga 11'ê Sibatê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya 18. salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hemû hêzên komploker ên bi komploya li dijî Ocalan re xwestin hêviya jiyana azad a gelên Kurdistanê tine bikin, bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin û hat gotin, "Gelên kurdistanê, Tevgera Azadiyê û mirovahiya pêşverû, wê vê heqaret û neheqiya li Rêberê me û gelên me hatiye kirin, ti carî ji bîr nekin. Wê komplokeran di rûpelên tarî û qirêj ên dîrokê de mehkûm bikin."
'SALA HESABPIRSÎNÊ'
Hevserokatiya KONGRA GEL cangoriyên ku bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bedena xwe dan ber agir û bûn xelekek li dora Rêberê Gelê Kurd bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.
Di dewama daxuyaniya Hevserokatiyê de hat gotin, "Hêzên navneteweyî yên dixwazin Rojhilata Navîn li gorî xwe ji nû ve dîzayn bikin, weke gava destpêkê xwestin Rêbertî û PKK'ê bê bandor bikin. Piştre jî li ser zemîna şerê bi xwîn ê Kurd-Tirkan xwestin, polîtîkayên xwe bi cih bînin. Rêber Apo hê di destpêka komployê de ev planên navneteweyî dît û bi sekna xwe ya dîrokî, pêşî li van planên komploya navneteweyî girt.
Bi guherînên paradîgmayî, di nava gelên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê de rê li ber guhertinên mezin vekir. Ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo pirsgirêkên civakî yên bingehîn ên mirovahiyê, bi taybetî gelên herêmê, çareseriyên alternatîf peyda kir. Di encama vê yekê de Şoreşa niha li Rojava û Sûriyeyê didome, weke şoreşa sedsala 21'an di dîroka mirovahiya pêşverû de ji niha ve cihê xwe girtiye.
Erdogan ê ku ji ber vê rewşê ketiye nava panîkê û ditirse sîstema xwe dispêre netewe dewlet wê hilweşe, ji bo destketiyên gelê me û pêvajoya pêşveçûna demokratîk ji holê rake, bi MHP'ê re tifaqa faşîst çêkir û li dijî gelê me û hêzên demokrasiyê şerekî topyekûn dimeşîne.
Erdogan, sîstema faşîzan a yekperest, ku bi fîîlî ava kiriye, ji xwe dimeşîne. Eger guhertinên destûra bingehîn ên ji meclîsê derbas kir di referandûmê de bide qebûlkirin, ev yek wê were wê wateyê, ku hemû komkujî, karên xwe yên ne li rê, dizî û talanê mafdar nîşan bide.
Ji ber vê yekê, şîdeta dewletê ya li dijî gelên me wê girantir bibe. Di rojeva tifaqa Erdogan û Bahçelî de ye, ku şîdeta dewletê yekser li Rêber Apo bikin.
Di rewşa heyî de, di navbera eniya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên me û eniya faşîst a Erdogan, Bahçelî û Ergenekon de têkoşîn tê meşandin. Ji vî alî ve, sala pêş a têkoşînê wê bibe sala hesabpirsîna talî. Têkçûna vê eniya faşîst, wê ne tenê hilweşîna desthilatdariya Erdogan be, di heman demê de wê pêşî li hilweşîna sîstema înkar û tinekirinê ya 100 salan veke. Ji bo azadiya Rêber Apo, statuya Kurdistanê û demokrasiya li Tirkiyeyê wê şert û merc bafirin."
'ŞERT Û MERCÊN TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ HENE'
Hevserokat Giştî ya KONGRA GEL da xuyakirin, ku bi pêşengiya tevgera azadiyê, wê gelên Kurdistanê û dostên wan, li ser bingeha azadkirina Ocalan têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind û wiha dewam kir: "Sîstema dewleta faşîst a yekperest a sed salî, tengav bûye. Ji bo têkbirina faşîzma Erdogan û Bahçelî hem li hundir hem jî li derve şert û merc afirîne. Ji ber van hemûyan, tevlîbûna girseyî li çalakiyên protestoyî yên îsal, gelekî girîng e."
JI BO MÎTÎNGA STRASBOÛRGÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ HAT KIRIN
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo meş û mîtînga 11'ê Sibatê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin û hat gotin, "Mîna lehiyê em biherikin Strasboûrgê û nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku mifteya azadî û demokrasiyê Rêber Apo ye."